Dixwazin me aciz û tune bikin

  • 14:31 8 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL – Hevberdevka HDK’ê di Komxebeta Tenduristiya HDK’ê de axivî û got: “Tendurîstî tenê ne halê baş ê beden, rûh û civakî ye. Em ê di komxebeta xwe de rewşa tenduristiya siyasî jî gengeşe bikin.” Hevberdevkê HDP’ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu jî got: “Alternatîfa me heye.” 
 
Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi sernavê “Li Bajarên Kapîtalîzmê Alternatîfa me Heye” komxebatê li Taksîmê li dar dixe. Komxebat li avahiya HDK’ê ya li Taksîmê pêk tê. Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît û Onur Hamzaoglu, Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay beşdarî komxebatê bûn. Di komxebatê de dê mijarên wek “Divê em nîqaşên tenduristiyê çawa birêve bibin? Tişta me bê tenduristî dihêle çi ne? Bajarên kapîtalîst tenduristiya me çawa tehdît dike? Em ê bajarên xwe bi kîjan rêgezan ava bikin?” bên nîqaşkirin. 
  
Axaftina vekirinê ya komxebatê Hevberdevk Gulîstan Kiliç Koçyigît kir. Gulîstan bi silavkirina çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi axaftina xwe kir. Gulîstan diyar kir ku her kesek li bajaran tenê ye û got: “Di encama vê tenêbûn û îzalasyonê de hemû kes li dijî pergalê aciz dibe. Dixwazin me aciz û tune bikin. Kapîtalîzm di demên cuda de nêzîkatiyê wê cuda li dijî bajaran pêk hatin. Kapîtalîzmê her dever kir bajar.” 
  
Gulistan anî ziman ku îro divê herî zêde li ser nakokiyên însan-însan û însan-xweza bê sekinandin û got: “Ev nakokî her roj di jiyana me de tê zindîkirin û dixin nava jiyana me. Her kes dibe neferek vê çerxê. Tenê ne hewa qirêj, av û parametreyên din li ser jiyana mirovan bandorê dikin. Ya herî bingehîn ew e kul i dijî civakîbûna me êrîşan pêk tînin û me bê tenduristî dihêlin. Gulîstan pênasekirina tenduristiyê ya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Dinya ya bi navê “Tenduristiya bedene, ruh û civakî halê baş e” bi bîr xist û got: “Em ê îro li ser vê nîqaş bikin. Ka ev hemû pênasekirin têr dike yan jî ji bo tenduristiya me baş be parametreyên cuda û halên baş ên cuda hewce ne an na em ê nîqaş bikin. Heta ka em ê dikaribin halê baş ê siyasî jî lê zêde bikin û ji nîqaşê re vekin.” 
 
Berdevkê HDK’ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu jî axivî û bal kişand ser butçeya 2019’an a ji aliyê Serokomar ve şandin Meclîsê û hezkirina patroniyê ya hikumeta AKP’ê ji ji bacan jî tê fêmkirin. Hamzaoglu di dewama axaftina xwe de butçeyê rexne kir û daneyên butçeyê parve kir. Hamzaoglu lêçûyînên Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) jî rexne kir û got: “Em ê li dijî lêçûyînên wan bisekinin. Heke em li dijî vê dest beredayiyê ne sekinin, em ê jî bibin rêwiyê heman keştiyê. Ji bo em dikarinbin alternatîfên xwe ji bo vê yekê biafirînin, divê em wan metnan bi awayek rexne bikin bixwînin."
 
Piştî axaftinan komxebat ji çapemeniya re girtî dewam kir.