Pirtûkên Abdullah Ocalan li Pêşangeha Beyrûtê ye

  • 14:12 8 Kanûn 2018
  • Rojane
LUBNAN - Li pêşangeha pirtûkan a navneteweyî ya li Beyrûtê 5'emîn pareznameyên ramanên azad ên  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo xwîneran tê pêşkêşkirin. 
 
Di pêşengeha navneteweyî ya li Beyrûta Paytexta Lubnanê, ji aliyê Jinên Komeleya Newroz ve 5'emîn pareznameyên ramanên azad ên  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo xwîneran tê pêşkêşkirin. Pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi eleqeyek mezin rû bi rû dimîne. Pêşengeh 6'ê Kanûnê dest pê kir û ew ê di 17'ê Kanûnê de bi dawî bibe.