'Tu zext dê nikaribe bi me'

  • 13:58 8 Kanûn 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endamên Rêveberiya Radyoya Xabûr a Hesekê êrîşên ser rojnamegeran şermezar kirin û gotin:"Ji bo heqîqet dernekeve holê her dem rojnamger hedef tên girtin. Lê em ê her ji bo ragihandina heqîqetê di nava hewldanê de bin."
 
Êrîş û zextên li dijî rojnamegeran ên ku naqedin ji aliyê Endamên Rêveberiya Radyoya Xabûr a Hesekê hat şermezarkirin. Endamên Rêveberiya Radyoya Xabûr a Hesekê gotin:"Em ê serî netewînin û her şopdarê heqîqetê bin."
 
'Em ê her ji bo ragihandina heqîqetê li berxwe bidin'
 
Mizgîn El-Hesen got:"Êrîş û zextên li ser rojnamegeran tu carî bi dawî nabe û her roj ev êrîş pêk tên. Rojnamegerî ji ber ku karekî pîroz e û ji bo ragihandina rastiyan rêyek e loma her rojnameger bi zext û êrîşên mezin rû bi rû dimînin. Ya girîng di vir de ew e ku dengê rastiya gelan tu carî nikare bê qutkirin. Em ê her ji bo ragihandina heqîqetê li berxwe bidin."
 
'Em ê serî netewînin û her şopdarê heqîqetê bin'
 
Kewther Ebid Îlah jî da zanîn ku ew ji bo ragihandina heqîqetê ji dil dixebitin û got:"Em şopdarên keda rêhevalên me Dilîşan, Nûjiyan û Gurbetan e. Hêz û fedakariya wan ji bo me bûye mînak. Em ê tu carî êrîş û zextan qebûl nekin û her ji bo ragihandina rastiyê bixebitin. Ji bo heqîqet dernekeve holê her dem rojnamger hedef tên girtin. Lê em ê her ji bo ragihandina heqîqetê di nava hewldanê de bin. Em ê serî netewînin û her şopdarê heqîqetê bin."