Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
- 13:45 8 Kanûn 2018
- Rojane
STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxwaza serlêdana hevdîtina malbata Ocalan û malbatên sê girtiyên din, red kir.
Xwişk, bira û vasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan, Mehmet Ocalan û Mazlum Dînç ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan, lê Serdozgeriyê daxwaza malbatê û vasiyê Ocalan red kir.
Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî bi boneya hevdîtinê bi riya parêzeran serî li dozgeriyê dan. Heman dozgeriyê daxwaza her sê malbatan jî red kir.
Dozger bi hinceta “Sînordarkirina mafên hikumxaran” a “Qanûna Derbarê Înfazê ya Tedbîrgirtina Ceza û Ewlekariya Hejmar 5275’an” cih digire, serlêdanên malbatan red kir.