Dayikên Şemiyê li aqubeta Huseyin Taşkaya pirsîn
- 13:44 8 Kanûn 2018
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 715'an de çalakiya ku li Qada Galatasarayê hatiye qedexekirin li ber avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Huseyin Taşkaya yê 25 salin agahî jê nayê girtin pirsîn. Keça Taşkaya ’Serpil Taşkaya, bertek nîşanî helwesta rayedaran da û wiha got: "Ez ji 9 saliya xwe heta niha her hefte li Qada Galatasarayê qurnefîlan datînim."
Dayikên Şemiyê di hefteya 715'an de çalakiya şemiyê ku di heta hefteya 699'an li Qada Galatasarayê ji ber polîs ve hat qedexekirin û her hefte qedexe dikin li pêş avahiya ÎHD'ê pêk tînin, berdewam kirin. Dayikên Şemiyê wek her hefteyê xwestin bimeşin Qada Galatasarayê û vê hefteyê jî polîsan meşa dayikan asteng kir û destûr nedan ku dayik biçin Qada Galatasarayê. Beriya çalakiyê polisan kolanên diçin avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê dorpêç kirin. Tevî astengiya polîsan, dîsa xizmên windayan û mirovên şemiyê li avahiya ÎHD'ê kom bûn. Dayikên Şemiyê û Xizmên windayan berdilkên ku wêneyên windayan li ser hene wêneyên windayan hilgirtin. Dîsa qurnefil jî xistin destê xwe û daxuyanî dan. Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrıkulu û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Taşkara yê di 6'ê Kanûna 1993'an de li Gundê Baglar ê Navçeya Sîweregê ya Rihayê hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin pirsîn. Biraziya Huseyin Taşkaya Sorgul Taşkaya axivî.
Huseyin, anî ziman ku mafê azadî û jiyana mirovekî tenê bi demokrasî û hiqûqê tê parastin û wiha got: "Divê darizandin serbixwe û bê alî be. Şertê serbixwe û bêaliya hiqûqê bi darizandina adîl pêkan e. Li Tirkiye darizandinek bi edalet û serbixwe nayê kirin. Ji ber ve yekê demokrasî jî pêş nakeve. 15 hefte ne em nikarin li Qada Galatasarayê daxwazên xwe bi raya giştî re parve bikin. Em nikarin daxwaz û pirsgirêkên xwe bînin ziman. Mafê me yê ji aliyê zagonan ve hatiye parastin bi zora polîsan tê astengkirin. 15 hefte ye em bi israr dibêjin ev astengî li dijî Qanûna Bingehîn e. Li dijî peymanên navneteweyî ne. Ev astengî êrîşa li dijî mafên bingehîn ên azadiyan û demokrasiyê ye."
25 salin ji bo winda bên dîtin em têkoşîna edaletê didin. Bavê 4 zarokan Huseyîn Taşkaya yê 42 salî li Sîwerekê di bin serweriya Eşîra Bucakan de mutahîdî dikir. Piştî bihîst ku navê wî di lîsteya kesên bên kuştin de heye mala xwe bar kir û hat Stenbolê. Ji bo karê xwe yê fermî dîsa çû Sîweregê. Li mala mamê xwe Mehmet Taşkaya ma. Di şeva 6'ê Kanûna 1993'an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin. Polîs û cerdevanên eşîra Bûcak bi 30 maşîneyan mala Mehmet Taşkaya dorpêç kirin. Bi rêveeriya Tegmen Ahmet Şenturk bi ser mala Huseyin Taşkaya de girtin. Piştî Huseyîn Taşkaya hat binçavkirin malbatê serî li hemû rayedaran dan. Lê tu encam bi dest nexistin."
Dayika Huseyin Taşkaya Fatime Taşkaya tevî hemû serlêdanan û hewldanan agahî ji kurê xwe negirt û di 17'ê Cotmeha 2015'an de ji nava me koç kir. Em kesên Huseyîn Taşkaya binçav kirine dizanin. Lê ev kes li şûna bên darizandin hatin xelatkirin. Em bang li darazê dikin ku li gorî edaletê tev bigerin û heqîqetê ronî bikin û hesab ji berpirsiyaran bê pirsîn. Heta ku daxwazên me yên edaletê pêk bên têkoşîna me dê berdewam bike. Em dê ji daxwaza xwe ya qada Galatasarayê jî gavan paşve navêjin."
Piştre Hevjîna Huseyin Taşkaya Sultan Taşkaya axivî û got: "Heta kujer bên dîtin û darizandin ezê têkoşîna xwe û lêgerîna edaletê berdewam bikin." Keça Huseyin Taşkaya Serpil Taşkaya jî diyar kir ku 32 salî ye û ji 7 saliya xwe de aqûbeta bavê xwe dipirse û wiha got: "25 salin têkoşîna edaletê didim. Min ev têkoşîn ji dayika xwe wergirt. Îro ez berdewam dikim. Sibê dê zarokên min berdewam bikin. 15 hefte ye li dijî hiqûqê çalakiya me li Qada Galatasarayê tê astengkirin. Ez ji 9 saliya xwe de li qada Galatasarayê qurnefîlan datînim qadê. Heta aqûbûbeta bavê min ronî bibe û hesab ji kujeran bê pirsîn tekoşîna me ya edaletê dê berdewam bike."