Gireva birçîbûnê ya li Çelaxayê di roja duyem de didome

  • 13:00 8 Kanûn 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Çelaxayê hatibû destpêkirin ket roja xwe ya duyem. 
 
Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê li Çelaxaya Qamişloyê jî çalakiya grevê dest pê kiribû. Çalakiya ku bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin bi Rêber Apo re azad bijîn" û pêşengiya PYD û Kongreya Star, dest pê kiribû ket roja xwe duyem. Du roja duyem de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" hatin berzikirin, stranên şoreşgeriyê hatin lêxistin û her wiha gelek kes hatin serdana kesên ku ketine greva birçîbûnê. 
 
Li ser navê Kongreya Star Dêrik Heyifa axivî got:"Em tu carî koletiyê qebûl nakin û em ê heta dawî piştigriyê bidin çalakiya Leyla Guven."
 
Çalakiya greva birçîbûnê hîn didome û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Leyla" didome.