Derbarê endamên Hewldana Hemwelatiyan lêpirsîn hat destpêkirin

  • 12:38 8 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL - Lêpirsîn derbarê endamên Hewldana Hemwelatiyan ên ji bo operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ji hemû parlamenterên wê demê re name şandin de, lêpisîn hat vekirin. 
 
Derket holê ku lêpirsîn derbarê endamên Hewldana Hemwelatiyan ên ji bo operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ji hemû parlamenterên wê demê re name şandin de, lêpisîn hat vekirin. Navên endamên hewldanê yên name şandin û lêpirsîn derbarê wan de hat vekirin Fîkret Unlu, Ertugrul Gunay, Ziya Halîs, Zulfu Lîvanelî, Gulrîz Sururî, Genco Erkal, Halîl Ergun, Hasan Cemal, Ayşe Hur, Rakel Dînk, Lale Mansur, Suavî, Tarhan Erdem, Ufuk Uras û hwd…
 
Çi bûbû?
 
Nêzî 170 nivîskar, lîstikvan, derhêner, rojnameger û wezîrên berê jî dinav de, di 24’ Çileyê de, bi armanca rawestandina êrîşa li dijî Efrînê, nameyek hevpar îmze kirin û ji parlamenterên AKP’ê yên wê demê re bi rêya posteya elektronîkê şandibûn.