Jinên Ereb: Ji bo tecrîd bi dawî bibe em ketin greva birçîbûnê

  • 10:23 8 Kanûn 2018
  • Rojane
Rûken Goman
 
GIRKÊLEGÊ - Jinên Ereb ên ku ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven ketin greva birçîbûnê diyar kirin ku ji bo tecrîd bi dawî bibe ew ketine gireva birçîbûnê û wiha gotin:"Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser hemû jinan e. Em ê bi dildarî heta dawî piştigiriya xwe bidomînin."
 
Jinên Ereb ên li Girkêlegêya Rojavayê Kurdistanê ji bo piştigiriya çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colmêrgê Leyla Guven ketin greva birçîbûnê gotin:"Ji bo tecrîd bi dawî bibe em ketin greva birçîbûnê. Leyla îradeya jinên têkoşer e. Ew mînaka berxwedanên bêhempa ye. Em ê heta dawî piştgiriya çalakiya Leyla Guven bikin û ji bo azadiya Rêber Apo li berxwe bidin."
 
'Kes nikare me ji şopa doza azadiyê vegerîne'
 
Jina bi navê Hefîza Mehmûd da zanîn ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê tu carî hêviya xwe winda nekiriye û wiha got:"Em îro wekî jinên Ereb xwe bi felsefeya Rêber Apo bi rêxistin dikin. Loma kes nikare me ji şopa doza azadiyê vegerîne. Mirov bi têkoşîna xwe dikare hebûna xwe mayinde bike. Em her di nava têkoşînê de ne ku li dijî neheqiyan em neyên çewisandin. Ji bo mafê Rêber Apo jî em her di nava têkoşînek mezin de ne. Em hêvî dikin ku ew ê rizgar bibe."
 
'Leyla Guven ji bo me mînaka hêz û îradeyek mezin e'
 
Her wiha Xewla Mûsa jî wiha got:"Em îro di nava rojên dîrokî de jiyana xwe didomînin. Têkoşîna ji bo Rêber Apo xwedî dîrokek bi qiymet e. Bi saya fikrên wî em gihaştin serkeftinê. Heta ku dîwarên Îmraliyê bê hilweşandin em ê li berxwe bidin. Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser hemû jinan e. Em ê bi dildarî heta dawî piştigiriya xwe bidomînin.Leyla Guven ji bo me mînaka hêz û îradeyek mezin e. Ew mînaka berxwedanên bêhempa ye. Em ê heta dawî piştgiriya çalakiya Leyla Guven bikin û ji bo azadiya Rêber Apo li berxwe bidin."