'Ji bo em ji zilma çeteyan rizgar bibin me 3 hezar dolar da'
- 10:10 8 Kanûn 2018
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Jina bi navê Cîhan Elo da zanîn ku piştî êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê ya li ser Efrînê ew bi êş û zehmetiyên mezin rû bi rû hatine hiştin û got:"Ji bo em ji zilma çeteyan rizgar bibin me 3 hezar dolar da."
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê bi hezaran mirov bi zext û zordestiyan cur be cur rû bi rû man. Jina bi navê Cîhan Elo jî yek wan e ku bûye şahidê zilm û zordestiya li ser gelê Efrînê dihat kirin. Cîhanê da zanîn ku zarokê wê di bin dengê top û tankan de hatiye cîhanê û wiha got:"Dema ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk û çeteyan ve hat dagirkirin şûnde zilma mezin dest pê kir. Nedihiştin em ji malên xwe derkevin. Mal û mulkê gel talan kirin. Gelek zarok jî di bin zilm û zordestiyê û di bin dengê tank û topan de ji cîhanê re çavên xwe vekirin."
'Zaroka min di bin dengên tank û topan de çavên xwe vekir'
Cîhanê bi lêv kir ku li her cure zordestî li gelê Efrînê dihat kirin û wiha got:"Berî ku dewleta tirk êrîşî me bike em jiyanek aram dijiyan. Lê piştî êrîşan Efrîn li me kirin dojeh li ser axa xwe em bûn penaber. Çeteyên di bin sîwana dewleta tirk de mirov direvandin û ji wan fidye dixwest ên ku nedan jî dihatin kuştin, serê wan dihat jêkirin. Dest dirêjî jinan dikirin û jinên li dijî vê yekê radibûn jî di bin navê namûsê de qetil dikirin. Sînorê tundiyê tune bû. Her cure tundî li ser gelê Efrînê dihat ferzkirin. Di bin zilm û zordestiyê û di bin dengên tank û topan de zaroka min çavên xwe ji cîhanê re vekir. Gelek zarokên din jî bi vî rengî hatin cîhanê. Yên ku gelek êş û azar kişandin zarok bûn. Xeyalên zarokan hatin dizîn û talankirin."
'Ji bo em ji zilma çeteyan rizgar bibin me 3 hezar dolar da'
Cîhanê da zanîn ku gelek kesî dixwestin ji zilma çeteyan rizgar bibin lê nikaribûn û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Gelek mirov ji aliyê çeteyan ve dihatin girtin û dikirin girtîgehê. Hinek bi îşkenceyê dihatin kuştin. Gelek kesên ku dixwestin ji zilma çeteyan rizgar bibin lê nikaribûn rizgar biban. Em jî di encama gelek zehmetiyên mezin de rizgar bûn. Tevî ku rewşa me ya aborî ne baş bû jî ji bo em ji zilma çeteyan rizgar bibin me 3 hezar dolar da. Em hatin Kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê. Li vir baweriya me bi şervanên YPG û YPJ'ê tên."