'Berxwedana Leyla Guven dengvedana cîhanê ye'

  • 09:22 8 Kanûn 2018
  • Rojane
Îlham Eloso
 
KOBANÊ - Jinên Kobanê Sara Xelîl û Firyaz Berkel anîn ziman ku ew piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven û gotin:"Berxwedana Leyla Guven dengvedana cîhanê ye."
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di 8'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û  bê dorveger kir, bi vê  yekê jî bi deh hezaran kesî piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven. Jinên Kobanê jî piştgirî dan çalakiya Leyla Guven û gotin:"Çi dibe bila bibe em ê dev ji têkoşîna xwe ya bi biryar bernedin û piştgiriya ji bo çalakiya Leyla Guven dewam bikin."
 
'Jina Kurd bi salan e li berxwe dide'
 
Sara Xelîl berxwedana Leyla Guven silav û pîroz kir û wiha got: "Berxwedana Layla Guven di nav cîhanê de deng veda. Ji ber ku jineke kurd di zindana Dewleta Tirk de  li berxwe dide û ji bo azadiya gelê xwe û Rêber Apo têdikoşe. Ji bo vê yekê jî berxwedana ku îro tê kirin, mîrasa berxwedana ku bi salane di zindanan de dihatin kirine. Dewleta Tirk ya ku dixwaze gelê Kurd ji hemû mafên xwe bêpar bên hiştin, bi hezar  kes ji gelê kurd xist zindanê û tecrîda li ser wan giran kir. Îro jî Leyla Guven minaka berxwedana bi salan e."
 
'Berxwedana Leyla Guven dengvedana cîhanê ye'
 
Firyaz Berkel jî wiha got:"Dewleta tirk her carê bi rengên cuda êrîşî gelê Kurd dike. Lê em ê tu carî rê nedin neyarên xwe ku me biçewisînin. Berxwedana Leyla Guven dengvedana cîhanê ye. Çi dibe bila bibe em ê dev ji têkoşîna xwe ya bi biryar bernedin û piştgiriya ji bo çalakiya Leyla Guven dewam bikin."