Kiymet a 23 sal e li edaletê digere: Bila dewlet êdî şaşiya xwe qebûl bike

  • 09:10 8 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Xwişka Fehmî Tosun ê 23 sal berê bi wesayîtek marka Renault hat revandin û piştre agahî jê nehat girtin, Kiymet Zengîn bertek nîşanî astengiyên li hember çalakiyên Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan da û diyar kir ku divê dewlet êdî şaşiya xwe qebûl bike.
 
Fehmî Tosun ê li gundê Çavundur ê Licê ya Amedê dijiya ji ber zextan koçî Stenbolê kiribû û di 19’ê cotmeha 1995’an de li Avcilar a Stenbolê bi zorê li wesayîtek bi marka Renault a plaka 34 UD 597 hat siwarkirin û carek din agahî jê nehat girtin.
 
Xwişka Fehmî, Kiymet Zengîn diyar kir ku tevî ku serî li hemû riyên qanûnî dane jî binçavkirina Fehmî hatiye înkarkirin û wiha pê de çû: “4 sal piştî birayê min ez hatim binçavkirin û tehdîda ‘Em te jî wek birayê te bikujin?’ li min kirin.Me doz bir DMME’ê”
 
Hevjîna Fehmî Tosun, Hanim Tosun niha her hefte derdikeve Qada Galatasarayê û xwişka Fehmî Kiymet û malbata wî jî lêgerîna edaletê didomîne.
 
Kiymetê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku qedexekirina çalakiyên Amed û Stenbolê bêwijdaniyek mezin e û pirsa ‘Çima kujer nayên sûcdarkirin, xizmên windayan tên sûckirin?’ pirsî.
 
‘Ez dewletê gilî dikim’
 
Kiymetê daxuyakirin ku divê demildest kujerên birayên wê bên cezakirin û wiha dawî lê anî: "Birayê min bi zorê revandin û winda kirin. Yên Fehmî windakirin diyar in. Heta dewlet kujeran ceza neke em ê dewletê gilî bikin. Em ê di têkoşîna xwe de bi biryar bin."