'Me li dijî hovîtiya çeteyan serî netewandin'
- 09:03 8 Kanûn 2018
- Rojane
Lîlav Elî
ŞEHBA - Jina bi navê Rawiya Abdullah a ji Gundê Um Huş a girêdayî Kantona Şehbayê ye, anî ziman ku ew bûye şahidê hovîtiya çeteyan û got:"Tevî hemû zextan me li dijî hovîtiya çeteyan serî netewandin."
Dewleta tirk û komên girêdayî wê bi êrîşa li ser Efrînê bû sedem ku bi hezaran mirov ji warê xwe bibin û jiyana xwe ji dest bidin. Jina bi navê Rawiya Abdullah a 36 salî û ji Gundê Um Huş a girêdayî Kantona Şehbayê ye, anî ziman ku ew bûye şahidê hovîtiya çeteyan û got:"Dema ku çeteyan êrîşî gundê me kirin di bin navê îslamê de her cureyê îşkenceyê bi gel dikirin. Ez bûm şahida hovîtiyê çeteyan."
'Çarşefa reş li ser me ferz kirin'
Rawiyayê da zanîn ku hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye û wiha got:"Ez tena serê xwe li dijî hovîtiya çeteyan sekinîm. Çeteyên DAÎŞ'ê dema ku gundê me dagir kirin di destpêkê de jin hedef girtin. Çarşefa reş li ser min û keça min ferz kirin. Jinên ku bi karên derve mijûl dibûn ji ber lixwekirina çarşefê êdî derneketin derve. Di nav çar dîwaran de asê man. Kesekî nedixwest çarşefa reş li xwe bikin. Jinên ku çarşef li xwe nedikirin bi êrîşên çeteyan rû bi rû diman. Dest dirêjî jinan dikirin û koletî li ser jinan ferz dikirin. Gelek jin jî li pêş çavên me qetil dikirin. Gundê me bûbû wekî zindanê. Zilim li mêran jî dihat kirin lê bêtir li jinan dikirin. Li zarokên 10 salî jî çarşef ferz dikirin. Zextên derûnî û laşî gelek zêde bûn."
'Serê mirovan jê dikirin û li gund daliqandin'
Rawiyayê bi lêv kir ku hêzên navneteweyî naxwazin şerê li Sûriyeyê biqede û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Tirkiye jî alîkariya çeteyan dike da ku aloziya li Sûriyeyê neqede. DAÎŞ'ê hêz ji tirkiyeyê digirt û serê mirovan jê dikirin û li gund daliqandin. Li qada gund dadiliqandin da ku zextên derûnî li gundiyan bikin. Dema ku çeteyan êrîşî gundê me kirin di bin navê îslamê de her cureyê îşkenceyê bi gel dikirin. Ez bûm şahida hovîtiyê çeteyan. Tevî hemû zextan me li dijî hovîtiya çeteyan serî netewandin û em ê netewînin."