'Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser mirovahiyê ye'
- 09:01 8 Kanûn 2018
- Rojane
Lîlav Elî
ŞEHBA - Jinên Efrînê da zanîn ku polîtîkeyên li ser gelê kurd tên meşandin ji komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dagirkirina Efrînê ne qut in û gotin:"Em tecrîda giran a li ser Rêberê xwe qebûl nakin. Divê demildest tecrîd bê bidawîkirin. Kesên aştîxwaz û demokrat divê hemû ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Çimkî Rêberê me her dem ji bo aştî û azadiyê têkoşiyaye."
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re, ji 2'ê Nîsana 2015'an bi heyeta Îmraliyê re ji 11'ê îlona 2016'an jî bi malbatê re nikare hevdîtinê bike. Hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê li dozgeriya komarê ya Bursayê tê kirin jî bi hincetên cuda tên redkirin. Têkildarî mijarê de jinên Efrînê gotin:"Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser mirovahiyê ye. Divê hemû kes ji bo tecrîd bi dawî bibe li berxwe bidin."
'Divê hemû kes dev ji berjewendiyên xwe berdin'
Gulê Hemo diyar kir ku rêxistinên navneteweyî li gor berjewendiyên xwe tev digerin û wiha got:"Niha Rêber Apo bi neheqiyek mezin rû bi rû ye lê rêxistinên navneteweyî bêdeng in. Ev jî nîşan dide ku rêxistinên navneteweyî tenê berjewendiyên xwe difikirin. Lê divê hemû kes dev ji berjewendiyên xwe berdin û Rêber Apo yê ku ji bo aştiyê û azadiyê xizmetê dike biparêzin. Ji bo îradeya gelê Kurd bişkînin tecrîda giran bi salane ku didome. Em ê li dijî polîtîkayên qirkirinê her dem li berxwe bidin û ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe bidomînin."
'Em dizanin ku em ê bi ser bikevin'
Fehîme Muhemmed got:"Bi tecrîdê hewl didin ku vîna azad a jina kurd bişkînin lê ew ê negihêjin armanca xwe. Jina Kurd ew ê dîsa bibe bersiva herî xurt a li dijî dagirkeriyê. Fikir û felsefeya Rêber Apo ya ku bingeha rêxistinbûyina me ava dike em ê her belav bikin. Em ji hêz û îradeya xwe ya azad bawer in. Em dizanin ku em ê bi ser bikevin."
'Ji bo azadiyê divê em her di nava hewldanê de bin'
Di heman demê de Mamosteya zimanê Kurdî Nisrîn Cafer diyar kir ku bi armanca tunekirina kurdan roj bi roj dewletên tenê berjewendiyên xwe difirkirin, hewl didin û got:"Divê em hemû hewldanên ji bo tunekirina gelê Kurd vala derxin. Divê em hemû bibin yek û em bendên faşîzmê hilweşînin. Heta em nebin yek em ê bi ser nekevin û Rêberê xwe nikaribin azad bikin. Ji bo azadiyê divê em her di nava hewldanê de bin."
'Lê em ê zincîra koletiyê her bişkînin'
Jina bi navê Cemîle Diko jî wiha got:"Bi saya fikrên Rêber Apo jin ji koletiyê rizgar bûn. Ji zincîrên sed salan jinan xwe rizgar kirin. Loma hêzên serdest Rêberê me dîl digirin. Lê em ê zincîra koletiyê her bişkînin û ji bo azadiya Rêberê xwe li ser piya bin."