ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2018'AN

  • 09:00 8 Kanûn 2018
  • Rojev
*Jinên Efrînê da zanîn ku polîtîkeyên li ser gelê kurd tên meşandin ji komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dagirkirina Efrînê ne qut in û gotin:"Em tecrîda giran a li ser Rêberê xwe qebûl nakin. Divê demildest tecrîd bê bidawîkirin. Kesên aştîxwaz û demokrat divê hemû ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Çimkî Rêberê me her dem ji bo aştî û azadiyê têkoşiyaye." DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Rawiya Abdullah a ji Gundê Um Huş a girêdayî Kantona Şehbayê ye, anî ziman ku ew bûye şahidê hovîtiya çeteyan û got:"Tevî hemû zextan me li dijî hovîtiya çeteyan serî netewandin."DÎMEN HEYE
 
*Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî(Mexmûr) dayika bi navê Feyziye Çetîn a ku li gundê Nêrweh ê girêdayî Qileban hat dinê, di sala 1994'an de koçberî Başûrê Kurdistanê bûye û niha jî li Wargeha Mexmûrê jiyana xwe berdewam dike,  li gel xwe mekîneya xwe ya  cil dûrunê jî gerandiye. Dayika Feyziye ji me re bahsa serpêhatiye xwe û makîneya dirûnê kir. 
BI DÎMEN
 
*Serdozgeriya Komarê di lêpirsîna meşan de dosya yek bi yek girt û derbarê 86 dosyayên lêpirsînê de biryara neşopandinê da, derbarê 7 dosyayên din de jî biryara ‘lêgerîna daîmî’ hat dayîn.DÎMEN HEYE
 
*Xwişka Fehmî Tosun ê 23 sal berê bi wesayîtek marka Renault hat revandin û piştre agahî jê nehat girtin, Kiymet Zengîn bertek nîşanî astengiyên li hember çalakiyên Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan da û diyar kir ku divê dewlet êdî şaşiya xwe qebûl bike.DÎMEN HEYE
 
*Nisêbîn ku 120 hezar nifûsa wê heye, li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, ji ber kêmasiya xebatkar û alavan hem gel hem jî doktor bêzar bûn.
 
*Munevver Sonmez ku bi mêrê ku bi xwişka wê re hatibû zewicandin re hat zewicandin, rastî şîdeta sîtematîk hat. Munevver piştî VAKAD nas kir her tişt guherî. Munevver heta komele hat girtin di komeleyê de xebitî û piştgirî da jinan.
DÎMEN HEYE
 
* Suheyla Bozdemîr ku berhemên li gund çê dike, tîne şarkuteriya li Wanê vekiriye û pêşkêşî gel dike. Suheyla tu berhemên fabrîkasyonê pêşniyar nake.
DÎMEN HEYE
 
*Camîlle Claudel cihê wê yê di dîrokê de bi têkiliya wê ya bi Auguste Rodîn re tê sînorkirin. Camîlle jinek hunermend a ku di dîroka ku mêran nivîsî de, hewl hatiye bê tunekirin û rastî mêtîngeriya kedê hatiye.
 
*Jinên bajarê Hesekê derbarê çalakiya grevê ya parlementera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin de gotin:"Leyla Guven sembola jina azad e, em ê heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya wê."DÎMEN HEYE