8 kesên ku di dema serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 08:52 8 Kanûn 2018
  • Rojane
COLEMÊRG - 8 kesên ku di dema serdegirtina malan de hatibûn  binçavkirin hatin berdan. 
 
Li Colemêrgê jî polîsan bi ser gelek malan de girtin û 8 kesên ji bo piştgirtiya çalakiya Leyla Guven ketibûn greva birçîbûnê binçav kirin. Di serdegirtina malan de Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Colemêrgê Zeynep Kaya, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Colemêrgê Nuriye Aktaş, Hevserokê Rêxistina DBP’a Navçeya Geverê Nevzat Kaya û rêveberên partiyan Şehrîban Acar, Keskîn Erol, Recep Aktaş, Necîp Coşkun û Nurettîn Atsiz hatibûn  binçavkirin. Piştî ku li Midûryeta Emniyeta Colemêrgê îfadeyên 8 kesan hate girtin bi biryara girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.  
 
8 kesên ku  ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî ku sewqî dadgeha giran a 2'emîn  hatin kirin ji aliyê heyeta dadgehê ve bi biryara kontrola şerda edlî hatin berdan.