Pirsgirêkên Leyla Guven ên tendirûstiyê rûdan: Grev ket asta krîtîk
- 15:00 7 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - Parêzerên Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê di roja 30'emîn de berdewam dike derbarê rewşa wê de daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku hat dayîn de parêzer Cemîle Turhalli Balsak diyar kir ku vîtamîna B1 nadin Leylayê û ev tişt got: "Pirsgirêkên Leyla ên terdirustiyê dest pê kirine. Di hefteya dawîn de leyla gelek kîlo dane û em hatine asta krtîk a grevê."
Çalakiya Greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 30'emîn de berdewam dike. Parêzerên Leylayê derbarê rewşa tendiristiya wê de agahî dan.
'Ji bîr dike û di warê axaftinê de pirsgirêkan dijî'
Parêzera Leylayê Cemîle Turhalli Balsak, pêvajoya girtinê ya Leylayê bi bîr xit û wiha got: "Leyla di 7'ê Mijdarê de bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşîna doza xwe bû û got ku tecrîd sucê mirovahiyê ye û diyar kir ku ew li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dike. Îro çalakiya wê ket roja 30'emîn. Roja 30'emîn xeter e û rewşa Leylayê jî ber bi xeteriyê ve diçe. Leyla zêde kîlo winda kirine û serê wê gêj dibe. Leyla ji bîr dike û di warê axafitnê de jî pirsgirêkan dijî. Dîsa di sala 2012'an de jî dema ku li girtîgehê ketibû greva birçîbûnê ew rakiribûn nexweşxaneyê û di serê wê de tumor peyda bibû. Divê ku Leyla derman bi kar bîne lê ji ber ku di grevê de ye bi kar nayne."
'Mafê wê yê tendirustiyê tê binpêkirin'
Cemîle anî ziman ku di greva birçîbûnê de vîtamîna B1 û vexwarin girîng e û wiha dirêjî da axafitina xwe: "Derbarê rewşê de me bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Rêveberiyê diyar kir ku vîtamîna B1 ji dervê welat tê û anîna wê ya girtîgehê dijhiqûqîye û wê niharibin bînin. Ev vîtamîneke jiyanî ye. Em helwesta rêveberiya girtîgehê ya derbarê mafê tendirustiyê de rast nabînin. Ji bo ku ev derman bên anîn berî bi demek kurt qanûn derket. Li gel vê jî kesekî tu bersîv neda me. Em di vê rewşê de girtina Leylayê jî dijhiqûqî dibînin. Kesên ku dikevin greva birçîbûnê û rojiya mirinê tercîha wan ji bo qebûlkirina daxwazan mirin e. Ji bo vê em dibêjin ku divê vîtamîna B1 ji Leylayê re bê dayîn nedayîna vê vîtamînê binpêkirina mafê tendirustiyê ye. Di vê ku demek berî demekê çareserî bê dîtin."
'Divê daxwazên wê bên qebûlkirin'
Parêzer Serdar Çelebî yê ku pirsên rojnamegeran bersivandin jî wiha got: " Leyla Guven gelek caran bi cezayê lêpirsînê re rûbirû maye. Ji ber îtîraza ku me kir îro îfadeya wê ji aliyê dozgeriyê ve hatiye girtin û em li hêviya biryarê ne. Em jî wekî parêzerên Leylayê daxwaza wê di cîh de dibînin û dibêjin ku bila ev daxwaz bê qebûlkirin. Bila vîtamîna B1 ji Leylayê re bê dayîn."