Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê didome
- 14:49 7 Kanûn 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Kerîm Abid li ser navê koma ku dewr girt axivî û got: “Çalekiya me ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û her wiha ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven e, wê çalekiya gireva birçîbûnê berdewam bike. Heta tecrîd li ser Rêber Apo ranebe û siyasetmendarên Kurd ên li Tirkiyê neyên berdan, wê çalakiya me bidome.”
Kerîm Abid da zanîn ku heta niha gelek partî û rêxistin serdana çalakiya wan kirine û piştgiriya xwe ragihandine û wiha axivî, “Em hêvîdar in ku piştgiriya ku ji bo çalakiya me ya li dijî tecrîdê berfirehtir bibe û hemû pêkhateyên din ên civakî piştgiriyê bidin.”
Duh jî Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê (Kedkar) û Nûnertiya Kongreya Star li Herêma Kurdistanê bi armanca piştgiriyê serdana çalakgeran kirin.
Endamê meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz jî ev 17 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.