Ykitiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê çalakiya Leyla Guven silav kir

  • 14:33 7 Kanûn 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê, berxwedana Leyla Guven silav kir û got, "Erk û berpirsyariya her kesî ye ku êdî hîn bi xurtî piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven."
 
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê, ji bo destekê bide Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Leyla Guven dest bi têkoşîneke girîng kiriye ku îradeya jinên berxwedêr temsîl dike. Li zindanên faşîzmê, li dijî rejîma yek şexsî ya faşîst a ku li ser gelên me û jinan tê ferzkirin, bi rewatiya têkoşînê çalakiyên şoreşgerî tên lidarxistin û Leyla Guven pêşengiyê ji vê re dike. Em çalakiya Guven silav dikin û serketinê jê re dixwazin."
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku berpirsyariya her kesî ye êdî hîn bi xurtî piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya Leyla Guven û wiha dawî li daxuyaniyê hat anîn: "Çalakiya Leyla Guven ne tenê daxwaza berxwedanê ya jinan, ya hemû gelan mezin kiriye. Em bang li jinan dikin ku vê têkoşînê li xaka Ewropayê jî mezin bikin."