Gelê Ereb piştgirî da çalakiya Leyla Guven

  • 13:53 7 Kanûn 2018
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Gelê Ereb yê bjarokê Çilaxa û Tirlkoçerê bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin bi Rêber Apo re azad bijîn" ji bo piştgirya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê daye destpêkrin ketin Grava birçîbûnê.
 
Li Bajarokê Çilaxa û Tilkoçerê di çarçoveya rêzeçalekiyên ku Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo piştgrtiya çalakiya greva birçîbûn ya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û perlementara  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê  Leyla Guven ku di roja 30'emîn de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclalan û binpêkirina mafan li girtîgehan daye destpêkirin berdewam dike ji gelê ereb 70 kes  ketin Çalakiya Girêva bircîbûnê. Kesên ku ketine Grêvê  ji tevahî sazî û rêxistnên sivîl yên bajarokê Çilaxa û Tilkoçerê ne.
 
'Em banga têkoşînê dikin'
 
Beriya ku grev bê destpêkirin ji aliyê çalakvanan ve daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li ser navê kom ji aliyê endamê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratk (PYD) Ebdil selam Ehmed ve hat xwendin  û di daxuyani yê de wiha hat gotin: "Ketina Grêva pirçîbûnê gaveke tekoşînê ye û hemû siyasetên şovenîst û deshilatdar şermezar kirin e. Di serî de dewleta tirk, bi siyaseta ku derbarê Rêberê Gelan Rêber Apo  de pêş dixe armanc dike ku vîna gelên azadîxwaz biçewisîn û gelan ji hev qut bike. Çalakiya Leyla Guven gaveke dîrokî ye ji bo tevahî gelên ku bindestiyê qebûl nakin. Niha dem dema çaresekirina pirisgirêka Rojhilata Navîn e.  Ev jî bi fikra Rêber Apo yê ku pirojeya demokrasiyê asas girtiye pêkan e.  Fikr û Felsefeya Rêber apo aramiya Rojhilata Navîn Esas digire, lê mixabin ev ne li gorî berjewendiyên hêzên emperyalîst û dewleta tirk a dagirker e. Ji bo wê jî heya ji wan tê tecrîdê giran dikin.  Em weke PYD'ê û Kongra Star van kiryaran şermezar dikin û bang li tevahiya gelên xwe dikin ku piştgrtiyê bidin çalakiya Leyla Guven, ji bo ku em Rêberê xwe azad bikin.
 
'Em Em çalakiyê silav dikin'
 
Piştî daxuyaniyê berdevka Kongra Star Eyihan Mûrad axavtin kir û got:"Silavên gerim ji nav van çalekvanan heta Îmraliyê û Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku Leyla Guven lê ye em dişînin û em dibêjin ku Rêber Apo bi fikir û felsefeya belav kiriye,  îro her kes daye ser şopa xwe. Hikûmeta  AKP bila baş bizanibe ku gelê Rojhilata Navîn bi Felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kiriye  dike tû nikarî împratoriya xwe careke din li ser me bide meşandin.  Projeya Rêberê me tevahî netewan himbêz dike tû çiqasî êrîşan bikî îradeya me ji êrîşên te xurtir e."
 
axavtin bi dirûşmên  `Bijî Serok Apo" `berxwedan jiyane" hat bi dawîkirin.
 
Çalakiya ku hat destpêkirin dê du rojan bidome û bi daxuyaniyeke ku bê dan wê bi dawî bibe