Malbatan dîsa ji bo hevdîtinê serlêdan kir

  • 12:35 7 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL - Birayê Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo çûyîna Îmraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
 
Wekî din, parêzerên Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Faîk Ozgur Erol û Abdulmecît Yildirim ji bo dîtina muwekîlê xwe doh serî li dozgeriyê dabûn, lê belê serlêdana wan nehatibû qebûlkirin.
 
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzeran 770 carî ji bo dîtina Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê dan, lê bi hin hincetan ev serlêdan nehate qebûlkirin.