Yelda Abbasî serbest hat berdan
- 12:31 7 Kanûn 2018
- Rojane
STENBOL - Hunermen Yelda Abbasî ku li balafırgeha Ataturkê hat binçavkirin, piştî li Edliyeya Bakirkoyê îfadeya wê hat girtin hat berdan.
Hunermend Yelda Abasî ku ji bo şahiya 27'emîn a damezrandina Navenda Çandê ya Mezopotamyayê li Stenbolê bê lidarxistin hat Tirkieyeyê duh li balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê hat binçavkirin û birin Edliyeya Bakirkoyê. Yelda piştî ku li Edliyê îfadeya wê bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kiriye" hat gitin piştî îfadeyê hat berdan.