Peyama Leylayê ya roja 30'emîn: Em ê bi ser kevin

  • 11:32 7 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev 30 roj e di gereva birçîbûnê de ye di peyama ku şand de wihagot: "Em ê wekî jinên kurd; li dijî tecrîdê li derve û li hundir, li her derê, li hemû qadên jiyanê bibin pêşengên berxwedanê. 
 
Çalakiya Hevseroka Kongerya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî Tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehandaye destpêkirin di roja 30'emîn de berdewam dike. Çalakiya Leylayê ji roja yekemîn de di serî de ji aliyê jinan ve ji aliyê HDP'ê, saziyên civaka sivîl û gel ve bi piştevaniyeke mezin hat sivakirin. Di çarçoveya vê piştevaniyê de li bajarên wekî Amed, Enqere, Wan, Riya û Edeneyê û li gelek navçeyan ji aliyê siyasetmedaran ve bi piştevaniya gel greva birçîbûnê ji bo demên kurt hat kirin.   
 
Piştî ku Leyla dest bi çalakiyê kir, girtiyên siyasî jî li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Leyla di hevdîtina  ku bi parêzerên xwe re kir de û bi peyamên xwe yên ku ji çapemeniyê re şandin got ku heta daxwaza wê bê qebûlkirin ew ê çalakiya xwe berdewam bike. Leyla bi bîr xist ku berxwedan bi jinan bi wate dibe û jinên ku pê re derketin rê silav kirin.
 
'Nêzîkatiya li hemberî Gelê Kurd nêzîkatiya li li Birêz Oclan e'
 
Leyla ya ku di roja 30'emîn a çalakiya xwe de ji ajansa me re peyam şand diyar kir ku ew ê berxwedana xwe heta encamê jê bigire berdewam bike û anî ziman ku li gel şert û mercên zahmet jî bi ser ketin.  Leyla zilma li ser Gelê kurd tê meşandin bi bîr xist û wiha got: "Hêzên navneteweyî jî di nav de her kes li dijî van binpêkirinên mafan û komkujiyên li dijî gelê kurd tên kirin bi alî tevdigere û bi awayê adîlane nêz nabe. Li dijî Komkujiyên wekî yên li Roboskê û li Jêrzemînên li Cîzîrê ku sûcên mirovahiyê ne bêdeng dimînin. Nêzîkatiya li gelê kurd nezîkatiya li birêz Abdullah Ocalan e. Tecrîd pênaseya vê ye. Tecrîda ku sucê mirovahiyê ye wekî binpêkirinên mafan nayê dîtin. Wê demê ev binpêkirinên mafan wekî çi tên pênasekirin û li gorî kê tên kirin."
 
'Gelê me li çar parçeyan li ser piyan e'
 
Leyla bal kişand ser Rapora CPT'ê ku piştî lêkolîn kir weşand jî û wiha berdewam kir: "Rapor tenê da Wezareta Dadê.  Gelo ya ku ev binpêkirinên mafan kirin ne ew wezaret bû?  Ger ku bi vê pêkanînê dixwazin helwesta Gelê Kurd hîn bibin divê ku dest ji vê daxwaza xwe berdin. Li dijî van binpêkirinan hestiyariya gelê me bi bedelên ku hatine dayîn ji aliyê her kesî ve tê zanîn.  Gelê me li Ewropayê, li çar parçeyên Kurdistanê li ser piyan e. Li hemû girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê greva birçîbûnê berdewam dike. Em dizanin ku ev çalakî di demên pêş de li ser tendirustiya mirovan bandora neyînî dikin. Em naxwzin ku li êşên me yên mezin hatine jiyîn yên nû bên zêdekirin; ji bo ku tecrîd bê rakirin divê her kes roja xwe bilîze."
 
'Em ê bi ser kevin'
 
Leyla di dawiya peyama xwe de wiha got: "Ji roja ku min dest bi çalakiya grevê kiriye ji hemû girtîgehan ji min re faxs û name tên. Bi taybetî nameyên hevalên jin hêzê didin min. Daxwaza min ku daxwaza hemû kesî ye gelek girîng û bi nirx e. Nirxên hevpar cewherê hêza civakê ne. Wekî jinên kurd; em ê li derve û li hundir, li her derê, li hemû qadên jiyan ji bo şikandina tecrîdê ji têkoşînê re pêşengtiyê bikin. Ez ji her kesî re serkeftinê dixwazim. Em ê bi ser kevin."