Li Rihayê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
- 10:25 7 Kanûn 2018
- Rojane
RİHA - Li Rihayê bi ser mala HDP'yî û DBP'yiyan de hat girtin, di encama serdegirtinê de gelek kes hain binçavkirin. Herwiha hat diyarkirin ku 38 kesên hatine binaçvkirin li mala wan jî yek bi yek lêgerîn hatiye kirin.
Hat diyarkirin ku li Rihayê bi ser mala Dayika Aştiyê Hadle Ogur û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bekîr Karakeçîlî û Celaletîn Ermen de hat girtin û hatin binçavkirin. Herwiha polîsê ku çû mala Aliyê Kizildamar û hevseroka DBP'ê ya Rihayê Sema Aîşeoglu jî ew li malê nedîtin. Hat aşkerakirin ku polîs bendewariya xwe ya li ber mala Sema û Alîye berdewam dike.
Hat ragihandin ku binçavkirina sedema wê nayê zanîn dibe ku hejmara wê zêde bibe.