Hunermend Yelda Abasî hat binçavkirin
- 10:24 7 Kanûn 2018
- Rojane
STENBOL - Hunermend Yelda Abbasî ku ji bo çalakiya NÇM'ê ya 9'ê Cotmehê hat Tirkiyeyê li Balafirgeha Ataturkê hat binçavkirin.
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) wê di 9'ê Cotmehê de ji bo 27'emîn salvegera navendê çalakiyekê li dar bixe. Hunermend Yelda Abbasî ya ji bo çalakiya NÇM'ê hat Tirkiyeyê li Balafirgeha Ataturkê hat binçavkirin. Nehat hînbûn ka Yelda ji ber çi hatiye binçavkirin.
Hat diyarkirin ku Yelda tevî dayika xwe hatiye.