Jina ku li Îzmîrê hat binçavkirin hat berdan
- 10:22 7 Kanûn 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Li Semta Kadîfekale ya navçeya Konaka Îzmîrê Necah Berge ya 60 salî bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Li Semta Kadîfekale ya navçeya Konaka Îzmîrê polîsan du serê sibê avêt ser mala Necah Berge ya 60 salî û ew binçav kirin. Polîsan piştî binçavkirinê Necahê birin emniyetê û piştî îfadedayînê sewqî dadgehê hatkirin. Dozgeriyê bi şertê kontrolkirina edlî Necahê sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi şertê kontrolkirina edlî Necahê berda.