‘Divê em xwedî li çalakiya Leylayê derbikevin’
- 09:37 7 Kanûn 2018
- Rojane
MÊRDÎN – Jinên Mêrdînê, derbarê greva birçîbûnê ya ku Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven bi armanca balê bikişîne ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin de axivîn û wiha gotin: “Greva birçîbûnê ku Leyla îro daye dest pêkirin ne bi tenê pêywira wê ye, her wiha pêywira hemû gelê kurd e. Leyla pêşiya me ronî kiriye. Divê em xwedî li çalakiya wê derbikevin.”
Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven bi armanca balê bikişîne ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê dest bi greva birçîbûnê kir û greva wê didome. Jinên Mêrdînê piştgiriya ji bo çalakiyê anîn ziman û diyar kirin ku heta dawî ew li pişt çalakî û berxwedana wê ne. Jinan, got ku grevan birçûbûnê ya Leyla Guven a ku daye destpêkirin ne bi tenê peywira wê ye, peywira hemû gelan e.
‘Ev welat welatê me ye û tu kes nikare me ji vir derbixe’
Dayika bi navê Cemîle Îldenîz, anî ziman ku Leyla Guven ji ber tecrîda li ser Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Cemîle, got ku ew wek jinên Mêrdînê slavên xwe ji Leyla yê re dişîne û ev tişt anî ziman: “Leyla îro biryarek gelek girîng girtiye û dest bi greva birçîbûnê kiriye. Em ji bir greva birçîbûnê ya Leyla Guven wê pîroz dikin. Gelek zext li dijî me tê kirin. Lê em serî natewînin. Divê em netirsin. Temenê min 41 saliye û heta vî temenê min dîtiye ku gelê kurd di bin zilm û zorê de ye. Lê divê em zilm û zor ji holê bê rakirin. Em azadî û wekheviyê dixwazin. Em dixwazin ku êdî dawî li vê şer û zilmê bê.”
‘Ev peywir ne bi tenê peywira Leyla ye’
Cemîle, xwest ku di demek nêz de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Ji ber ku piştî tecrîd hat girankirin li Tirkiye û Kurdistanê rewş xirabtir bû. Loma divê tecrîd bi dawî bibe. Çawa ku serokê her welatekî heye, Serokê me jî Abdullah Ocalan e. Çalakiya ku Leyla daye destpêkirin gelek pîroz e. Divê em piştgiriyek xurt bidin Leyla Guven. Îro Leyla ronahiyek pê xist û divê em gelê kurd jî rabin li ser piyan li berxwe bidin. Bi taybetî jî divê jin rabin li ser piyan. Leyla îro rûmeta me ye. Divê em jî li derve çalakiyan bidin destpêkirin. Leyla îro sûc nake. Ew îro ji bo tecrîda li ser Serok rabe dest bi greva birçîbûnê kiriye. Lewra jî divê îktîdar di demek nêz de xwesteka Leyla bi cih bîne. Ne bi tenê Leyla her wiha li gelek girtîgehan jî grevên birçîbûnê dest pê kiriye. Ger ku wiha berdewam bike dê rewş girantir bibe. Îro divê em rabin li ser piyan. Roj roja têkoşînê ye. Armanca Leyla û girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirine ji bo hebûn û tunebûna gelê kurd e. Ev peywir ne bi tenê peywira Leyla ye. Ev peywir ya me hemû jinan e.”
'Leyla tiştê ku îro dike ji mirovahiyê re xizmetê dike'
Dayika Aştiyê ya Mêrdînê Halîme İşik jî da zanîn ku dema ji malbatekê kesekê dikeve girtîgehê û nava çar dîwaran ew xanî ji bo wan işkence ye û wiha berdewam kir: "Piştî ku tecrîd giran bû li Tirkiyeyê rewş gelek xirab bû û vê rewşê jî bi tenê Serok dikare biguhere. Leya Guven jî ji ber ev yek qebûl nekir dest bi greva birçîbûnê kir ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe. Leyla tiştê ku îro dike ji mirovahiyê re xizmetê dike. Îro ev greva birçîbûnê ji bo jinan, tecrîd, zarok, ciwan, kal û pîran e. Leyla ev zilm qebûl nekir û dest bi greva birçîbûnê kir. Her wiha li girtîgehan jî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Ew jî ji bo tecrîd bê rakirin dest pê kirine. Em dixwazin ku di demek nêz de ev tecrîda li ser Serok bê rakirin. Azadî û wekheviyê tenê Serok dikare ava bike."
‘Yên ku îro bikaribin têcrîdê bişkîn jin in’
Halîme, di dawiya axaftina xwe de got ku pêwîst e hemû dayik, jin ji bo Leyla Guven û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin berê xwe bidin kolanan û çalakiyan li dar bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro roj roja berxwedanê ye. Divê em dengê xwe bilind bikin. Leyla îro ronahiyek pêxist û divê em jî xwedî li vê ronahiyê derbikevin. Me dev ji têkoşîn û berxwedana xwe berneda û em ê bernedin. Çalakiya Leyla Guven daye destpêkirin bersiva li hember pergal û polîtîqayên xirab e. Yên ku îro bikaribin têcrîdê bişkîn jin in.”