3 sal şûnde Cizîr:Li dijî qedexeyan berxwedan û rihê Newrozê

  • 09:16 7 Kanûn 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Cizîr ku bi berxwedana Newroza 1992’an de di hiş de cih girtiye, bi qedexeya di 14’ê Kanûna 2015’an de dest pê kir û 79 rojan berdewam kir de, hemû êş ji nû ve di mêjiyan de bi cih bûn. Gotinên hevserokê meclîsa gel Mehmet Tunç ên wekî ‘Em teslîm nabin, em ê bi alên sipî dernekevin derve. Divê kesên mane bi me ser bilind bin. Em ê serî netewînin.’ Hîna di hişê gel de zindî ye.
 
Li Cizîr a Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û di ser qedexeyê de 3 sal derbas bû. Qedexe heta 1’ê Adara 2016’an berdewam kir û bi giştî 79 rojan berdewam kir. Di vê pêvajoyê de 66 endamên YPS’ê jiyana xwe ji dest dan û 213 sivîl hatin qetilkirin. Hemû navçe di qedexeyê de bi tank, top bombebeyan hat dorpêçkirin. 150 kes di bodrumên taxên Cudî û Nur de hatin qetilkirin. Di pevçûnên li taxa Nur, Sûr, Cudî û Yasef de 161 leşker û polîsî jiyana xwe ji dest dan û 117 jî birîndar bûn.
 
‘Bi me serbilind bin’ 
 
Di bodruma Kolana hejmara 23 a Bostanci ya taxa Cudî de Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç jiyana xwe ji dest da û ev gotinên wî hîna di hişan de teze ye: “Em teslîm nabin, em ê bi alên sipî dernekevin derve. Divê kesên mane bi me ser bilind bin. Em ê serî netewînin. Em niha li bende mirinê ne. Ev têkoşîn e. Ez bang li gelê Kurd dikim. Ev têkoşîn e. Meşek demdirêj e. Em hemû dizanin bi qetilkirina 100 kesî ev têkoşîn naqede. Divê her kes moralê xwe bilind bigire. Bila guman bi kesekî re tune be. Ez hevalên xwe yên têdikoşin silav dikim. Gelê Cizîrê ev 60 roj e tevî birçîbûn, tîbûn û sermayê serî netewand. Em ê serî netewînin. Em ê gelê Cizîrê wê li dijî faşîzma AKP’ê serî netewînin.”
 
6 meh piştî qedexeyê Komîserê Bilind a Mafê Mirovan a NY’ê Prînce Zeîd Raad Zeîd al-Husseîn got: “Di destê me de raporên şahid û xizman ya ku 100 kes bi awayekî zindî ji aliyê hêzên Tirk ve dora wan hatiye girtin û şewitandin heye”. Lê heta niha der barê mirinan de tu lêpirsîn nehat vekirin. Di pêvajoya qedexeyê de serlêdanên hiqûqnasan ya li DMME’ê hat kirin jî nehat qebûlkirin û daraza navneteweyî û rayagiştî tenê rapor amade kirin.
 
‘Dozger peywira xwe binpê kiriye’
 
Serlêdana parêzerên girêdayî Platforma Hiqûqanasên Azad (OHP) ya li Dozgeriya Cizîrê jî bê encam bi biryar bû. Parêzerên OHP’ê îtîrazî biryarê kirin û balkişandin ser lêkolîna cihê bûyerê Dozgeriya Cizîrê û got: “Li gorî rapora Cizîrê ya HDP’ê di kavilê 3 avahiyan de 23 jê zarok 177 cenaze hatine derxistin û nasnameya 103 kesî hatiye tespîtkirin lê 74 kesî bêyî nasnameya wan bê tespîtkirin hatiye definkirin. Bi dehan cenaze bi giştî hatine şewitandin an jî parçekirin û nayên naskirin.” Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci jî bi gotinên ‘Dozger neçûye bodruman, lêpirsîn baş nemeşandiye û peywira xwe binpê kiriye’ bertek nîşan da.
 
Li ser cenazeyan TOKÎ hat çêkirin
 
Cizîra ku bi Newroza 1992’an di hişê gelê Kurd de cihê xwe girtiye wek bajarê berxwedanê tê bikaranîn û sala 2015’an jî bû sala ku berxwedan mezintir bûye. 
 
Piştî qedexeya 79 rojan berdewam kir de TOKÎ talîmata AKP’ê pêk anî û xaniyên zirar dîtibûn hilweşandin û li ser TOKÎ çêkirin. Li taxa Cudî ya ku 150 kes di bodruman de hatin şewitandin û qetikirin jî avahî hatin çêkirin. Piştî qedexeyê yek ji pêkanînên ku li navçeyê pêk hat jî li navenda bajar kalekol hatin çêkirin. Her kolan veguherî qereqolan û ev jî têr nekir pêkanîna nobedaran li navçeyê ket meriyetê.
 
Jinên taxa Cudî û Nur diyar kirin ku polîs zextên derûnî li ser şêniyên taxê dike û her wiha rastî tacîza fîzîkî û gotinî ya polîstan tên. Her wiha hat gotin ku bi îşknece, binçavkirinê sîxurî li ciwanan tên ferzkirin.