‘Zilma zaliman wê têkoşîna Kurdan neqedîne’

  • 09:14 7 Kanûn 2018
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Piştgiriya ji bo hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev 30 roj in di grevê de ye didome. Jinan greva birçîbûnê ya Leylayê silav kirin û diyar kirin ku an tecrîd wê rabe an jî wê hemû têkoşîna mafdar ya Leylayê mezin bikin.
 
Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe dest bi greva birçîbûnê kir û çalakî di roja 30’emîn de didome. Ji her derê ji bo piştgiriya ji bo çalakiya Leylayê daxuyanî tên dayîn. Bi taybet jin pêşengiya çalakiyan dikin.
 
‘Leyla bû dengê gelê Kurd’
 
Jina bi navê Hedle Ugur ku yek ji jinên piştgiriyê dide çalakiya Leylayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştên divê gelê Kurd bike, Leyla dike. Heta tecrîd ranebe riya aştiyê jî venabe. Şer didome. Leyla ruûmeta me ye. Divê her kes li pişt wê bimîne. Leyla bû dengê gelê Kurd û bedena xwe da ber mirinê. Hîna ku rewşa wê giran nebûye divê daxwazên wê bên qebûlkirin. Niha li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Divê em bi çalakiyên xwe hêzê bidin wan. Em wan tenê nehêlin.”
 
'Divê dewlet demildest daxwazên Leylayê qebûl bike'
 
Şukran Efeturk jî çalakiya Leylayê silav kir û wiha pê de çû: “Mirin carekê ye. Ya bi rûmet ya bê rûmet mirov dimirin. Kesên mirina bêrûmet tercih dikin wê tu car ji aliyê gel ve neyên bibîranîn. Yên ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe dane wê tu car neyê jibîrkirin. Leyla meheke di grevê de ye. Divê dewlet demildest daxwazên Leylayê qebûl bike.”
 
'Ev doza Kurdên bi rûmet in'
 
Berîvan Kutlu jî ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd di dîrokê de her tim rastî komkujî û neheqiyan hatiye. Lê gelê Kurd tevî her tiştî dest ji têkoşînê bernedaye. Ji bo Leylayê divê jinên Kurd dakevin kolanê. Ev ne tenê doza Leylayê doza hemû girtiyên siyasî ye. Ev doza Kurdên bi rûmet in.”