Li Nisêbînê qedexeya goristanê:Destûr nadin em cenazeyan defin bikin
- 09:13 7 Kanûn 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Latîfe Akyuz diyar kir ku cenazeyên birazî û neviyê wê yên di qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dane li goristana bêkesan a Rihayê ye û wiha got: “Em dixwazin bînin li ser axa xwe defin bikin, lê bi hinceta qedexe ye nahêlin em bînin.”
Latîfe Akyuz a di qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de neviyê xwe Mehmet Şîrîn Akyuz û biraziyê xwe Îbrahîm Akyuz winda kir, diyar kir ku mînakên DNA’yê lê hatiye lê ji ber destûr nadin, cenaze li goristana bêkesan a Rihayê ne.
Latîfeyê destnîşan kir ku her du cenaze li goristana bêkesan a Rihayê ne û wiha got: "Her du jî heta qedexeya dawî li hundir man. Îbrahîm li taxa Zeynel Abîdîn û Mehmet jî li taxa Abdulkadîrpaşa jiyana xwe ji dest dan. Piştî pevçûnan bi mehan em li cenazeyan geriyan. Me 6 meh berê cenazeyê Mehmet, du meh berê jî yê Îbrahîm dît. Her du jî li goristana bêkesan a Rihayê ne."
‘Di tu şerî de ev nehatine kirin’
Latîfeyê daxuyakirin ku wan xwestiye cenazeyan li Goristana Haceca ya Nisêbînê defin bikin, lê bi hinceta qedexe ye destûr nehatiye dayîn. Latîfê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li vir mirov heta cenazeyên xwe defin dikin gelek tiştan dijîn. Çima destûr nadin? Em dixwazin li ser axa xwe defin bikin. Êrîşê goran dikin. Texrîb dikin. Ma ev edalet e? Di tu şerî de hovîtiyek wisa nehatiye dîtin.”