Sê nifş li Qada Galatasarayê ye

  • 09:12 7 Kanûn 2018
  • Rojane
Sîbel Ozalp
 
STENBOL - Hevjîn, xwişk, bira û zarokên Kasim Alpsoy ê hat windakirin li Qada Galatasarayê lêgerîna edaletê dan destpêkirin û niha jî neviya wî Gulbahar Alpoy dimeşîne. Gulbahar diyar dike ku di 5 saliya xwe de tu wate nedida vê qadê û wiha got: “Bav û meta min li qadê mezin bûn. Nifş bi nifş têkoşîn didome. Ji bo edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Kasim Alpsoy yek ji kesên ku di bin çavan de hat windakirin bû. Zarokên wî li Qada Galatasarayê rûniştin û aqûbeta bavê xwe pirsîn. Niha jî neviyên wî ji bo wî li edaletê digerin. Kasim di 18’ê Gulana 1994’an de li Edeneyê di serdegirtina malan de hat binçavkirin û wê demê 30 salî bû. Roja duyem gotin biçe nasnameya xwe bigire û di 19’ê Gulanê de çû û êdî nehat. Kurê wî Mehmet Alpsoy hîna 12 salî bû. Bi xwişka xwe Gulbahar û dayika xwe re bi Dayikên Şemiyê re rûniştin. Niha zarokên Mehmet û Gulbaharê li kalê xwe digerin.
 
‘Ez ji 5 saliya xwe de di nava têkoşînê de me’
 
Neviya Kasim Alpsoy, Gulbahar li Stenbolê hatiye dinê. Ji 5 saliya xwe de li qada Galatasarayê ye. Gulbahar wiha dibêje: “Ez ji 5 saliya xwe de di nava lêgerînê de me. Min wê demê fêm nedikir. Min wêneyê kalê xwe hildida. Piştî demekê min fêm kir ku her kes ji bo xizmên xwe hatine wir. Her kesî wêneyên xizmên xwe hil dida. Bêguman ditirsiyam. Min hewl dida wateyê bidim. Her ku dem derbas bû bav û pîra min kalê min vegotin. Em ji dewletê tiştekî dixwazin. Em kalê min dixwazin. Em dixwazin kesên hatin windakirin bên dîtin. Bila kalê min şûnde bidin me. Her ku derî lê dide ez dibêjim qey bavê min e. Lê her diçe ez fêm dikim ku êdî nayê. Sûcê kalê min çi bû? Ew jî ne mirov bû?”
 
Gulbaharê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew niha têkoşîna xwe watedartir dibîne û got ew ê heta dawî dest ji têkoşîna xwe bernede.