'Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd bi dawî bibe'

  • 09:06 7 Kanûn 2018
  • Rojane
WAN - Jinan piştgirî dan çalakiya Parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe dest bi greva biçribûnê kiribû û wiha gotin: “Tecrîd ne tenê li Îmraliyê li her derê li ser me tê pêkanîn. Leyla Guven madar e û divê tecrîd bi dawî bibe.”
 
Greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe dabû destpêkirin di roja 30’emîn de berdewam dike. Li her derê Tirkiyeyê û li girtîgehan di nav de hevseroka giştî ya HDP’ê jî tê de 10 parlamenterên HDP’ê li Meclîsê çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn.
 
Jinên Wanê jî piştgiriya xwe ji bo Leylayê anîn ziman û gotin divê demildest tecrîd bi dawî bibe, heta dawî li pişt doza wê ne.
 
‘Tiştekî em winda bikin tune ye’
 
Besna Gezîcî bi lêv kir ku Abdullah Ocalan ne kesekî ji rêzê ye û wiha got: “Heta em bêdeng bin wê tecrîd kurtir bibe. Ne tenê li Îmraliyê li her derê tecrîd li ser me pêk tê. Ji ber vê çalakiya Leylayê di cih de ye. Çi ji destê me bê em ê bikin. Tiştekî em winda bikin tune ye.”
 
‘Em tecrîdê qebûl nakin’
 
Şemsîhan Duran jî daxuyakirin ku ew dixwazin rewşa Abdullah Ocalan hîn bibin û gotin ew tecrîdê bi tu awayî qebûl nakin divê demildest tecrîda li Îmraliyê rabe.
 
Jina bi navê Hatîce Gormuş jî berteka xwe wiha anî ziman: “Li vî welatî tenê Tirk najîn. Nikarin mafên gelê Kurd ji nedîtîve bên. Divê demildest tecrîd rabe.”
 
Fatma Duran jî destnîşan kir ku heta kengî wê ev hêrs û kîn bidome û bi lêv kir ku wê gelê Kurd heta dawî têbikoşin û her wiha da zanîn ku ew li pişt greva birçîbûnê ya parlamenteran e.
 
Cahîde Înan jî bertek nîşan da û piştgiriya xwe ji bo çalakiya girtiyên siyasî anî ziman û got ew heta dawî li pişt wan e.
 
Divê tecrîd bi dawî bibe
 
Jina bi navê Meryem Erdem jî banga bidawîkirina tecrîdê kir. Fadîma Aras jî ev tişt bi lêv kir: “Em şer naxwazin. Divê êdî çareseriyek pêk bê. Em welatekî azad, demokratîk û wekhev dixwazin. Lê li vî welatî newekheviyek heye. Divê tecrîd bi dawî bibe.”