'Dayikên şoreşger dê bi îradeya xwe xeta tekoşîna azadiyê bidomînin'
- 09:02 7 Kanûn 2018
- Rojane
Rûken Goman
DÊRIK - Dayika şoreşger Minawir Cefer derbarê tecrîda giran a li ser Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan de da zanîn ku hêsirên dayikan ên pîroz ku bi salan e ji bo aştiyê herikiye divê bê dîtin û wiha got:"Hemû dayikên ku ji bo aştiyê û ji bo azadiya Rêber Apo li berxwe didin divê xwedî li fikrên wan bê derketin. Dayikên şoreşger dê bi îradeya xwe xeta tekoşîna azadiyê bidomînin."
Dayika şoreşger a bi navê Minawer Cefer a 90 salî ku dê rêya têkoşîna azadiyê de 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dane xwest ku êdî xwîn bes birije, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got:"Ji bo dîrok aştiyê bi tîpên zêrîn binivîse û têkoşîna heyî ji nifşên nû re bibe sûd divê xwedî li hewldana ji bo azadiya Rêber Apo bê derketin."
'Ez şopdara doza zarokên xwe ya azadiyê û aştiyê me'
Minawirê wiha got:"Bi saya zarokên xwe min doza têkoşîna ji bo azadiyê nas kir. Zarokên min dema ku tevlî tevgera têkoşîna azadiyê bûn, gotin dema em şehîd bikevin negirî bi me serbilind be. Dema ku zarokên min şehîd ketin, min soz dabû ku ez ji riya heqîqetê venagerim. Dema Rêjîma BAAS'ê bihîsit ku em malbateke şoreşger in her car ez dibirim zindanê ji bo ku ez ji vê xetê vegerim, lê her vîna min ji işkenceya dewletê mezintir bû. Bi hêza jina azad min li berxwe da. Ji ber ku jina azad dildara axa xwe ye û domdara tekoşîna azadiyê ye. Ez şopdara doza zarokên xwe ya azadiyê û aştiyê me. Daxwaza min û ya zarokên min ew e ku Serok Apo azad bibe."
'Em mirovên bi şans in ku me rêberekî ewqas bi hêz nas kir'
Dayika Minawir Cefer di nav axavtinên xwe de qala hevdîtina xwe ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dike û wiha dibêje: "Dema cara dawiyê ez ji zindanê derketim serokatî ez vexwendim hevdîtinên li Şamê, ez di riya şamê de çûm serokê xwe bibînim. Ez gelek kêfxweş û bi kelecan bûm. Dema ji xwe me nîqaş jî kir nîqaşên me li ser têkoşîna jinê bû ku jin tu carî teslîm nabe û her tim li berxwe dide da ku ji zilmê xelas bibin. Bi rastî jî em mirovên bi şans bûn ku me rêberekî ewqasî bi hêz dît. Ez bi têkoşîna zarokên xwe serbilind im. Hemû dayikên ku ji bo aştiyê û ji bo azadiya Rêber Apo li berxwe didin divê xwedî li fikrên wan bê derketin. Dayikên şoreşger dê bi îradeya xwe xeta tekoşîna azadiyê bidomînin. Ji bo dîrok aştiyê bi tîpên zêrîn binivîse û têkoşîna heyî ji nifşên nû re bibe sûd divê xwedî li hewldana ji bo azadiya Rêber Apo bê derketin."