ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2018'AN

  • 09:00 7 Kanûn 2018
  • Rojev
*Dayika şoreşger Minawir  Cefer derbarê tecrîda giran a li ser Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan de da zanîn ku hêsirên dayikan ên pîroz ku bi salan e ji bo aştiyê herikiye divê bê dîtin û wiha got:"Hemû dayikên ku ji bo aştiyê û ji bo azadiya Rêber Apo li berxwe didin divê xwedî li fikrên wan bê derketin. Dayikên şoreşger dê bi îradeya xwe xeta tekoşîna azadiyê bidomînin."
 
*Jinên Qamişloyê yên ku bi çandiniyê debara xwe dikin dibêjin:"Dema ku em keda destên xwe debara xwe dikin bawerî û hêza me zêdetir dibin." DÎMEN HEYE
 
*Bi hatina demsala zivistanê re li gundê Biyadirê  jinan li aşê dîrokî dest bi tehîna kunciyan kir. Tehîna ku bi awayekê hevpar tê hilberandin, ji her derê Tirkiyeyê û ji dervêyê welat re tê şandin.  Jinên ku di aş de hilbirîna tehînê dikin diyar kirin ku ew heta hebin ew ê destûr nedin ev kevneşopî û keda bi salan wenda bibe. BI DÎMEN
 
*Jinên Mêrdînê, derbarê greva birçîbûnê ya ku Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven bi armanca balê bikişîne ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin de axivîn û wiha gotin: “Greva birçîbûnê ku Leyla îro daye dest pêkirin ne bitenê pêywira wê ye, her wiha pêywira hemû gelê kurd e. Leyla pêşiya me ronî kiriye.  Divê em xwedî çalakiya wê derbikevin.” BI DÎMEN
 
*Jinan piştgirî dan çalakiya Parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe dest bi greva biçribûnê kiribû û wiha gotin: “Tecrîd ne tenê li Îmraliyê li her derê li ser me tê pêkanîn. Leyla Guven madar e û divê tecrîd bi dawî bibe.”BI DÎMEN
 
*Hevberdevka HDK’ê û parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît balkişand ser girîngiya nûneriya jinan a di siyaseta giştî û herêmî de û da zanîn ku partiya ku ev rêje lê herî zêde ye HDP ye û çareseriya pirsgirêka nûneriya jinan di HDP’ê de ye.BI DÎMEN
 
*Hevjîn, xwişk, bira û zarokên Kasim Alpsoy ê hat windakirin li Qada Galatasarayê lêgerîna edaletê dan destpêkirin û niha jî neviya wî Gulbahar Alpoy dimeşîne. Gulbahar diyar dike ku di 5 saliya xwe de tu wate nedida vê qadê û wiha got: “Bav û meta min li qadê mezin bûn. Nifş bi nifş têkoşîn didome. Ji bo edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
BI DÎMEN
 
* Latîfe Akyuz diyar kir ku cenazeyên birazî û neviyê wê yên di qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dane li goristana bêkesan a Rihayê ye û wiha got: “Em dixwazin bînin li ser axa xwe defin bikin, lê bi hinceta qedexe ye nahêlin em bînin.”
 
*Piştgiriya ji bo hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev 30 roj in di grevê de ye didome. Jinan greva birçîbûnê ya Leylayê silav kirin û diyar kirin ku an tecrîd wê rabe an jî wê hemû têkoşîna mafdar ya Leylayê mezin bikin.BI DÎMEN
 
*Cizîr ku bi berxwedana Newroza 1992’an de di hiş de cih girtiye, bi qedexeya di 14’ê Kanûna 2015’an de dest pê kir û 79 rojan berdewam kir de, hemû êş ji nû ve di mêjiyan de bi cih bûn. Gotinên hevserokê meclîsa gel Mehmet Tunç ên wekî ‘Em teslîm nabin, em ê bi alên sipî dernekevin derve. Divê kesên mane bi me ser bilind bin. Em ê serî netewînin.’ Hîna di hişê gel de zindî ye.