'Em dev ji çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bernadin'
- 10:54 6 Kanûn 2018
- Rojane
Rojda Seyidxan
QAMIŞLO - Jinên Qamişloyê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de anîn ziman ku ew ê her li qadan di nava çalakiyan de bin û gotin ku ew dev ji têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bernadin.
Çalakiyên derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de her ku diçe belav dibe. Jinên Qamişloyê yên ku beşdarî çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan dibin dibêjin ku ew hêviya xwe winda nakin û ew ê berxwedana xwe bidomînin.
'Divê em li îrade, ax û welatê xwe xwedî derkevin'
Barî Zêdan destnîşan kir ku heta ji wan bên ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha got:"Rêber Apo îradeya me ye. Divê em li îrade, ax û welatê xwe xwedî derkevin. Kesên ku bi salane li dijî gelê Kurd şerên taybet û derûnî dimeşînin ew ê negihêjin armanca xwe. Dê gelê Kurd li dijî hemû cureyên zilmê her li berxwe bide."
'Divê em bibin yek û em bendên faşîzmê hilweşînin'
Munîra Şakir got:"Em ê faşîzmê têk bibin û ji bo Rêberê xwe her dem di nava hewldanê de bin. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe divê em bibin yek. Divê em bibin yek û em bendên faşîzmê hilweşînin."
'Heta tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk çareser nabin'
Berpirsiyara Komîteya Silhê ya Taxa Kornîş Etiya İzet axivî û wiha got:"Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ji bo Rêber Apo û zextên li ser vîna gelê Kurd, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Em dev ji çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bernadin. Heta em sax bin em ê jî ji bo azadiya Rêberê xwe li berxwe bidin. Heta tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk çareser nabin."