'Em dev ji çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bernadin' 2018-12-06 10:54:46   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Jinên Qamişloyê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de anîn ziman ku ew ê her li qadan di nava çalakiyan de bin û gotin ku ew dev ji têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bernadin.    Çalakiyên derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de her ku diçe belav dibe. Jinên Qamişloyê yên ku beşdarî çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan dibin dibêjin ku ew hêviya xwe winda nakin û ew ê berxwedana xwe bidomînin.    'Divê em li îrade, ax û welatê xwe xwedî derkevin'   Barî Zêdan destnîşan kir ku heta ji wan bên ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha got:"Rêber Apo îradeya me ye. Divê em li îrade, ax û welatê xwe xwedî derkevin. Kesên ku bi salane li dijî gelê Kurd şerên taybet û derûnî dimeşînin ew ê negihêjin armanca xwe. Dê gelê Kurd li dijî hemû cureyên zilmê her li berxwe bide."   'Divê em bibin yek û em bendên faşîzmê hilweşînin'   Munîra Şakir got:"Em ê faşîzmê têk bibin û ji bo Rêberê xwe her dem di nava hewldanê de bin. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe divê em bibin yek. Divê em bibin yek û em bendên faşîzmê hilweşînin."   'Heta tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk çareser nabin'   Berpirsiyara Komîteya Silhê ya Taxa Kornîş Etiya İzet axivî û wiha got:"Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ji bo Rêber Apo û zextên li ser vîna gelê Kurd, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Em dev ji çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bernadin. Heta em sax bin em ê jî ji bo azadiya Rêberê xwe li berxwe bidin. Heta tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk çareser nabin."