Belgesela Qêrîna Efrînê hat weşandin
- 10:32 4 Kanûn 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk li ser binpêkirinên Tirkiyeyê yên li Efrînê belgefîlmek bi navê "Qêrîna Efrînê" amade kir.
Belgefîlmê "Qêrîna Efrînê" di roja duyemîn a komcivîna "Qirkirina nijadî û guhertina demografîk a li Efrînê" de hate nîşandan.
Di belgefîlmê de li ser zimanê hin şahid û hiqûqnasan binpêkirinên dewleta Tirk û komên girêdayî wê tên ravekirin.