Belgesela Qêrîna Efrînê hat weşandin 2018-12-04 10:32:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk li ser binpêkirinên Tirkiyeyê yên li Efrînê belgefîlmek bi navê "Qêrîna Efrînê" amade kir.   Belgefîlmê "Qêrîna Efrînê" di roja duyemîn a komcivîna "Qirkirina nijadî û guhertina demografîk a li Efrînê" de hate nîşandan.   Di belgefîlmê de li ser zimanê hin şahid û hiqûqnasan binpêkirinên dewleta Tirk û komên girêdayî wê tên ravekirin.