Yekem kongreya akademîk û fikrî dê li Lubnanê bê lidarxistin

  • 09:03 16 Mijdar 2018
  • Rojane
LUBNAN - Bi dirûşma "Ji bo rêya pêşketina demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn" dê bi pêşengiya Komeleya Newroz yekem kongreya akademîk û fikrî dê li Lubnanê bê lidarxistin.
 
Bi dirûşma "Ji bo rêya pêşketina demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn" dê bi pêşengiya Komeleya Newroz 
yekem kongreya akademîk û fikrî dê li Paytexta Lubnanê ya bi navê Beyrûtê bê lidarxistin. Tevî 150 delegeyên ji Rojavayê Kurdistanê, Başûr, Bakurê Sûriyeyê û Ewropayê dê di 17-18 Mijdarê de bê lidarxistin. 
 
Li gorî Endama Komîteya Amedekar Henan Osman armanc ew e ku li ser esasên neteweya demokratîk û fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû gel di bin sîwana demokrasiyê de bên gel hevdu. 
 
'Em ê hemû jin dest bidin hevdu'
 
Her wiha Henayê da zanîn ku dê di kongereyê de mijarên wekî krîza aborî, civakî, komkujiyên li ser gelên Rojhilata Navîn, bişaftina çand, ziman û nasnameyê bên nîqaşkirin û wiha got:"Li dijî zihniyeta baviksalarî, em ê hemû jin dest bidin hevdu û li ser esasên demokrasiyê jiyana xwe ava bikin."
 
Bernameya Kongreyê wiha ye:
 
*Xwendina dîroka krîza Rojhilata Navîn û derbarê wê de nîqaş. 
 
*Têkoşîna dîrokî ya gelên azadîxwaz a li Rojhilata Navîn û rêyên çareseriya krîza aborî. 
 
*Di pêşketina krîzê de rola Tirkiye û Îranê.
 
*Xwendina sosyolojiya azadiyê ya demokratîk û rola jinê ya di nava wê de.