SYKP: Li dijî qeyûman têkoşîneke hevpar pêwîst e
- 09:03 15 Mijdar 2024
- Rojane
Arjîn Yuksekbag
ENQERE - Endama PM'ê ya SYKP'ê Çagla Ozgençturk, têkildarî tayinkirina qeyûman wiha axivî: "Tayînkirina qeyûm ên ji aliyê hikûmetê ve tê wateya tunehesibandina vîna gel. Eger îro careke din hilbijartin çêbibe, dê hevşaredarên heyî dê bi ser kevin."
Bi talîmatên Wezareta Karên Navxweyî hem ji bo navçeya Esenyurt a Stenbolê û hem jî ji bo şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Şaredariya Êlih û Xelfetî yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de qeyûm hatin tayînkirin. Li dijî tayînkirina qeyûman, gel li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê daket qadan û bertek nîşanî vê biryarê da.
Endama Meclîsa Partiya ji Nûve Avabûyî ya Sosyalîst (SKYP) Çagla Ozgençturk têkildarî mijarê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
Çagla Ozgençturk, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tayînkirina qeyûman a salên ewilê û got: "Welatî ji bo xizmet bê dayîn û ji herêmê berpirs ji xwe re hildibjêrin. Li hemberî vê partiya îktîdarê dibêje 'Hûn nikarin hilbêjerîn, namzetên me bi ser neketin û ez ê jî şaredarên ku we bijart ji kar dûr bixim'. Ev yek li hemberî demokrasiyê pêk hat û rêbazeke antîdemokratik e. Ev yek tê wateya xespkirina vîna gel."
'Rêbaza herî demokratîk lihevkirina bajêr'
Çagla Ozgençturk, diyar kir ku ne tenê li hemberî şaredariyên DEM Partiyê li hemberî şaredariya ku bi rêbaza lihevkirina bajêr hatî bi destxistin jî hat hedef girtin û wiha axivî: "Mînak Şaredariya Esenyurt e. Ji ber ku rêxistinên demokratîk, dînamîkên civakî, gelên cuda, baweriyên cuda yên navçe û bajaran ji bo rêveberiya herêmî li hev hatin. Sepandina lihevkirina bajêr rêbaza herî demokratîk e."
'Îktîdar ji rêbaza lihevkirina bajêr ditirse'
Çagla Ozgençturk, da zanîn ku îktîdar ji rêbaza lihevkirina bajêr tirsiya ku dê belawî cihên din bibe û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Hat xwestin ku hişmendiya demokrasî ya rêveberiyên herêmî ya DEM Partî û rêxistinên civakî asteng bikin. Ji ber ku ev rêbat dibe ku bibe model û îktîdar jî ji vê yekê ditirse. Her wiha dibe ku ev rêbaz civakî be û belavî li tevahiya navçe û bajaran jî. Ev yek ji bo siyaseta yekperestiyê rîskek mezin e. Ji bo vê qeyûm tayînê Şaredariya Esenyurtê kirin."
'Mafê hilbijartinê tê astengkirin'
Derbarê tayînkirina qeyûm a li Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê de jî Çagla Ozgençturk wiha axivî: "Tayînkirina qeyûman tê wateya xespkirina vîna gel, hedef girtina polîtîkayên partiya siyasî. Ji demokratîkbûna gel ditirsin. Tayînkirina qeyûman tê wateya astengkirina meşandina polîtîkayên partiyeke siyasî. Mafê xwe îfadekirinê ji dest tê girtin. Mafê bijartin û hilbijartinê ya Gelê Kurd tê astengkirin. Em dizanin ku heke îro carek din li Mêrdîn û Êlihê hilbijartin bê kirin dê carek din Ahmet Turk û Gulistan Sonuk dê bi ser kevin. Rêbaza tayînkirina qeyûm êdî li hemberî Gelê Kurd tu wateya wî nîne. Ne di makeqanûnê de, ne di hiqûqê de tayînkirina qeyûm nîne."
'Dê têkoşîna jinan mezin bibe û bidome'
Çagla Ozgençturk, daxuyand ku hilbijartina Gulistan Sonuç li dijî zîhniyeta serdest a mêr serkeftinek bû û got: "Îktîdar ji ber vê sedemê qeyûm tayînê li Şaredariya Êlihê kir. Îktîdar raste rast êrişê destkeftiyên jinan kir, hewl dide ku jinan paşve bihele û ji siyasetê dûr bixe, tune bihesibîne. Polîtîkayeke wisa ya AKP-MHP'ê heye. Lê belê jin jî tu carî li hemberî êrişan ranawestin, dê dest ji daxwazên xwe yên wekhevî, jiyan û azadiyê bernadin. Dê têkoşîna jinan paşve nesekine û dê bêtir mezin bibe û bidome." Çagla Ozgençturk, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ev pêvajo derbas bibe divê tayînkirina qeyûman neyê qebûlkirin, neyê asayîkirin. Li dijî vê bê rawestandin. "