Yekem kongreya akademîk û fikrî dê li Lubnanê bê lidarxistin 2018-11-16 09:03:05   LUBNAN - Bi dirûşma "Ji bo rêya pêşketina demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn" dê bi pêşengiya Komeleya Newroz yekem kongreya akademîk û fikrî dê li Lubnanê bê lidarxistin.   Bi dirûşma "Ji bo rêya pêşketina demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn" dê bi pêşengiya Komeleya Newroz  yekem kongreya akademîk û fikrî dê li Paytexta Lubnanê ya bi navê Beyrûtê bê lidarxistin. Tevî 150 delegeyên ji Rojavayê Kurdistanê, Başûr, Bakurê Sûriyeyê û Ewropayê dê di 17-18 Mijdarê de bê lidarxistin.    Li gorî Endama Komîteya Amedekar Henan Osman armanc ew e ku li ser esasên neteweya demokratîk û fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû gel di bin sîwana demokrasiyê de bên gel hevdu.    'Em ê hemû jin dest bidin hevdu'   Her wiha Henayê da zanîn ku dê di kongereyê de mijarên wekî krîza aborî, civakî, komkujiyên li ser gelên Rojhilata Navîn, bişaftina çand, ziman û nasnameyê bên nîqaşkirin û wiha got:"Li dijî zihniyeta baviksalarî, em ê hemû jin dest bidin hevdu û li ser esasên demokrasiyê jiyana xwe ava bikin."   Bernameya Kongreyê wiha ye:   *Xwendina dîroka krîza Rojhilata Navîn û derbarê wê de nîqaş.    *Têkoşîna dîrokî ya gelên azadîxwaz a li Rojhilata Navîn û rêyên çareseriya krîza aborî.    *Di pêşketina krîzê de rola Tirkiye û Îranê.   *Xwendina sosyolojiya azadiyê ya demokratîk û rola jinê ya di nava wê de.