Rewşînbîrên Firatê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

  • 15:04 10 Mijdar 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Rewşenbîr û Hunermedên herêma Firatê li dijî êrîş û kiryarên dewleta tirk yên li ser Sûriyeyê û bi taybet bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin.
 
Bi dehan hunermend, rewşenbîrên Kobanê û Girê Spî li navenda çand û hûnera Baqî Xido kom bûn û kiryarên dewleta tirk yên li ser Sûriyeyê û bi taybet bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin. Daxuynî bi zimanên kurdî, erebî û inglîzî hat xwendin bi zimanê kurdî ji aliyê endamê KPC-Demokratîk Mezlûm Cimo ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê gelê Kurd tu carî li dijî zihniyeta dagirker serî netewîne û dê rewşenbîrên Kurd her dem li ax û nirxên xwe yên civakî xwedî derkevin.
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî wekheviya gelan" bi dawî bû.