Kampanya îmzeyan a têkildarî qirkirina li dijî Êzidiyan

  • 13:19 15 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku 13 dewlet qirkirina Êzidiyan nas dikin, lê Iraq tevî ku welatiyên xwe ne jî qirkirina Êzidiyan nas nake û wê bi kampanyayên îmzeyan li dijî helwesta Iraqê dengê xwe bigihîne cîhanê.
 
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi boneya 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê biryara destpêkirina kampanyayê da. Rêveberiya Xweser ragihand ku ji bo hikûmeta Iraqê biryara 3’ê Tebaxê weke jenosîd nas bike, kampanya îmzeyan a navneteweyî dane destpêkirin. Di kampanyaya ku wê heta Cejna Çarşema Serê Nisanê dewam bike de, bi rêya elektronîk jî îmze tên komkirin.
 
Kampanyaya ku dê li hemû herêmên Êzidî lê dijîn û li derveyî welat bê lidarxistin, bi armanca naskirina qirkirina li ser Êzidiyan tê meşandin. 
 
Kampanya wê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê Êzidiyên Şengalê ve bê lidarxistin.