Cenazeyan nadin malbatan

  • 13:18 15 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyên Mîne Sevjîn Alçîçek û Alî Orek ên di çalakiya li dijî TUSAŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn, 24 roj in radestî malbatên wan nehatine kirin. Hat zanîn ku dozger ji malbatan re gotiye; “Ez cihê wan nizanim.” 
 
Cenazeyên endamên HPG’ê Mîne Sevjîn Alçîçek (Asya Alî) û Alî Orek (Rojger Hêlîn) ên di çalakiya 23’yê cotmehê ya li dijî Pîşesaziya Hewawanî û Fezayê ya Tirk (TUSAŞ) de jiyana xwe ji dest dabûn, tevî 24 roj bi ser re derbas bûne jî radestî malbatên wan nehatine kirin. Malbatên Alçîçek û Orek ji bo wergirtina cenazeyan li bajarên xwe mînakên xwînê dan. Piştre jî malbat çûn Enqereyê û ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe bi dozger re hevdîtin kirin. Hat zanîn ku dozger ji malbatan re gotiye ew nizane cenaze li ku ne û ji bo karûbarên otopsiyê dibe ku biribin Stenbolê.