Rewşînbîrên Firatê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin 2018-11-10 15:04:19   KOBANÊ - Rewşenbîr û Hunermedên herêma Firatê li dijî êrîş û kiryarên dewleta tirk yên li ser Sûriyeyê û bi taybet bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin.   Bi dehan hunermend, rewşenbîrên Kobanê û Girê Spî li navenda çand û hûnera Baqî Xido kom bûn û kiryarên dewleta tirk yên li ser Sûriyeyê û bi taybet bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin. Daxuynî bi zimanên kurdî, erebî û inglîzî hat xwendin bi zimanê kurdî ji aliyê endamê KPC-Demokratîk Mezlûm Cimo ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê gelê Kurd tu carî li dijî zihniyeta dagirker serî netewîne û dê rewşenbîrên Kurd her dem li ax û nirxên xwe yên civakî xwedî derkevin.   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî wekheviya gelan" bi dawî bû.