2'emîn kongreya Yekitiya Jinên Suryanî dest pê kir

  • 14:08 10 Mijdar 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Yekitiya Jinên Suryanî kongreya xwe ya duyemîn a bi dirûşma "Serdema jinê serdema şaristaniya demokrast e" li dar dixe. Di kongreyê de dê gelek mijarên têkildarî kar û barên jinan û nemaze perwerdeya bi zimanê dayikê werin nîqaşkirin. 
 
Yekitiya Jinên Suryanî ji sala 2000’an heta 2005’an li Komeleya Çandî ya Suryanî dest bi têkoşîna birêxistinkirina jinan kir û di 20`ê Tîrmeha sala 2013`an de kongreya xwe ya yekemîn li dar xist û bi rêya kongreyê karê xwe bi pêş xist û gelek şaxên xwe li Cizîrê vekirin. Hejmara endamên yekitiyê 500 e, çalakiyên yekitiyê ku rola jinan di hemû beşên jiyanê de çalak bikin. Yekitiya Jinên Suryanî kongreya xwe ya duyemîn a bi dirûşma "Serdema jinê serdema şaristaniya demokrast e" li Hola Sehara ya Qamişloyê, li dar dixe. Di kongreyê de dê gelek mijarên têkildarî kar û barên jinan û nemaze perwerdeya bi zimanê dayikê werin nîqaşkirin. Bi beşdarbûna 200 delegeyên ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin û bi beşdarbûna tevahî saziyan û rêveberiyên xweser kongre hat lidarxistin. Qada konferansê bi alên Yekîtiya Jinên Bês Nehrên, Yekîtiya Jinên Suriyan û Neteweyên Suryan û Aşûriyan hat xemilandin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, Rêveberiya Yekîtiya Jinên Sûriyan Nezîra Gewriyê axivî û got:" Îro wek jinekê ez pir serbilind im, ku îro li himber tevahî rengên terorê û dijminê desthildar û dagirker şer em li berxwe didin. Her wiha îro bi saya jinên berxwedêr em li vir kom bûn. Em ji bo hemû jinên cîhanê têdikoşin û em ê vê mîrateya têkoşînê bidomînin."
 
Her wiha Berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat axivî û û got:"Jinên Suriyanî her dem têkoşiyan. Em li dijî hemû rengên êrîşkar û zilmkaran her wiha li dijî zihniyeta baviksalarî her li berxwe bidin."
 
Kongre bi axaftinan berdewam dike.