2'emîn kongreya Yekitiya Jinên Suryanî dest pê kir 2018-11-10 14:08:18   QAMIŞLO - Yekitiya Jinên Suryanî kongreya xwe ya duyemîn a bi dirûşma "Serdema jinê serdema şaristaniya demokrast e" li dar dixe. Di kongreyê de dê gelek mijarên têkildarî kar û barên jinan û nemaze perwerdeya bi zimanê dayikê werin nîqaşkirin.    Yekitiya Jinên Suryanî ji sala 2000’an heta 2005’an li Komeleya Çandî ya Suryanî dest bi têkoşîna birêxistinkirina jinan kir û di 20`ê Tîrmeha sala 2013`an de kongreya xwe ya yekemîn li dar xist û bi rêya kongreyê karê xwe bi pêş xist û gelek şaxên xwe li Cizîrê vekirin. Hejmara endamên yekitiyê 500 e, çalakiyên yekitiyê ku rola jinan di hemû beşên jiyanê de çalak bikin. Yekitiya Jinên Suryanî kongreya xwe ya duyemîn a bi dirûşma "Serdema jinê serdema şaristaniya demokrast e" li Hola Sehara ya Qamişloyê, li dar dixe. Di kongreyê de dê gelek mijarên têkildarî kar û barên jinan û nemaze perwerdeya bi zimanê dayikê werin nîqaşkirin. Bi beşdarbûna 200 delegeyên ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin û bi beşdarbûna tevahî saziyan û rêveberiyên xweser kongre hat lidarxistin. Qada konferansê bi alên Yekîtiya Jinên Bês Nehrên, Yekîtiya Jinên Suriyan û Neteweyên Suryan û Aşûriyan hat xemilandin.    Piştî deqeyek rêzgirtin, Rêveberiya Yekîtiya Jinên Sûriyan Nezîra Gewriyê axivî û got:" Îro wek jinekê ez pir serbilind im, ku îro li himber tevahî rengên terorê û dijminê desthildar û dagirker şer em li berxwe didin. Her wiha îro bi saya jinên berxwedêr em li vir kom bûn. Em ji bo hemû jinên cîhanê têdikoşin û em ê vê mîrateya têkoşînê bidomînin."   Her wiha Berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat axivî û û got:"Jinên Suriyanî her dem têkoşiyan. Em li dijî hemû rengên êrîşkar û zilmkaran her wiha li dijî zihniyeta baviksalarî her li berxwe bidin."   Kongre bi axaftinan berdewam dike.