Serlêdana wasiyê Abdullah Ocalan hat redkirin
- 13:47 10 Mijdar 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzer û wasiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan; Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Serrdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Dozgeriyê daxwaza hevdîtinê red kir.
Parêzer û wasiyê Rêberê PKK'ê Adbullah Ocalan Mazlûm Dînç ji bo biçe Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Dozgeriyê daxwaza hevdîtinê bi hinceta “Li gorî Qanûna Darbarê Înfazê ya Tedbîr a Ceza û Ewlekariya Hejmara 5275’an, mafê hikûmxaran hatiye sînordarkirin” red kir.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an, Heyeta Îmraliyê ji 5'ê Nîsana 2015'an û Malbata Ocalan jî j 11'e Îlona 2016'an ve nikarin biçin bi Abdullah Ocalan re hevditin bikin.