Nexwest derbasî koguşa serbixwe bibe berdana wê hat taloqkirin
- 13:55 15 Mijdar 2024
- Rojane
STENBOL - Elîf Yaş 30 sal in di girtîgehê de ye, parêzera wê Seher Dursun derbarê taloqkirina înfazê de daxuyaniyek da û got: "Yekane pirsa ku ji Elîfê hat kirin 'Tu qet fikirî ku biçî koguşa serbixwe?' Ji ber bersiva Elîfe berdana wê 6 mehên din hat taloqkirin."
Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ya li Beyogluyê ji bo Elîf Yaş a 30 sal in girtiye daxuyaniyek da. Elîf Yaş di sala 1994'an de hat girtin. Çend cezayê ku lê hatî birîn qetiya jî 6 mehên din berdana wê hat astengkirin. Parêzera Êlif Yaş Seher Dursun, Alî Ekber Sever û Ergîn Çîçekler ên ku 30 sal şûnde hatin berdan tevlî daxuyaniyê bûn.
Parêzer Seher Dursun, diyar kir ku poşmanî li Elîf Yaş ferz dikin û wiha bi lêv kir: "Ji ber ku Elîf Yaş poşmanî qebûl nekir nehat berdan. Piştî 6 meh şûn de carekdin dê derkeve pêşberî Lîjneya Şopandina Îdarî ya Girtîgehê. Lê em nizanin dê çi bibe. Elîf Yaş li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ye. Li vî girtîgehê berdana gelek girtiyên siyasî tên betalkirin. Elîj jî 16'emîn girtiye ku înfaza wê hatiye şewitandin. Bi taybetî ne tenê li Girtîgeha Bakirkoyê li gelek girtîgehên Tirkiyeyê heman helwest ji bo girtiyên siyasî pêkan e. Ji girtiyan dipirsin 'Hûn çima poşman nabin û di koguşên rêxistinkirî de dimînin?'. Pirsek tenê ji Elîfe pirsîn 'Tu qet difikiri ku derbasî koguşa serbixwe bibî' Ji ber bersiva Elîf 'Na' 6 meh berdana wê hat taloqkirin."
Seher Dursun, da zanîn ku lîjneyên girtîgehan piştî pandemiyê bêtir bi bandor bûn û wiha axivî: "Li vir pergalek din a dadgehê tên avakirin. Ji bo şoreşgeran biryarek cuda nayê derxistin. Êdî qanûnên ku bi xwe derxistine pratîze nakin. Li girtîgehan hiqûqeke dijminatiyê tê meşandin."
Alî Ekber Sever piştî 30 sal şûnde hat berdan wiha axivî: "Ji ber poşman nebûm û derbasî koguşa serbixwe nebûm 3 meh û dû re 6 meh ceza li min birîn û ez nehatim berdan. Beyî hevdîtina 3'yem ez hatim berdan. Ev sepandin keyfî ye. Lê divê bê zanîn ku çi dikin bila bikin nikarin girtiyên şoreşger teslîm bigirin."
Ergîn Çîçekler jî 30 salan di girtîgehê de ma û da zanîn ku kesên ku 30 salan di girtîgehan de bimîne xiyanetê pêşeroja gelê xwe nake û ji ber vê sedemê bedelên giran didin.
Piştî daxuyaniyê hat diyar kirin ku dê ji bo Elîf Yaş di 19'ê Mijdarê de li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.