Kongreya Yekîtiya Ciwanên Bakurê Sûriyeyê di roja duyemîn de didome

  • 11:21 10 Mijdar 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - 2'emîn Kongreya Yekîtiya Ciwanên Bakurê Sûriyeyê a ku bi dirûşma" bi têkoşîna ciwanên şoreşger em ê Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin" di roja xweyî duyemîn de didome.
 
Kongreya Yekîtiya Ciwanên Bakurê Sûriyeyê ya ku li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî navçeya Girkêlegê a kantona Qamişloyê hat li darxistin bi tevlîbûna 550 delegeyî ji tevahî herêmên rojhilat û bakurê Sûriyeyê, li navenda çand û Hûnerê ya Aram Tîgran  di roja xwe ya duyemîn de didome.
 
Di roja duyemîn de rapora 2 salan dê were xwendin her wiha dê rewşa rêxistinî û ideolojî were şîrovekirin û nirxandin, paşê dê hevpeymana hundirîn a Yekîtiya ciwana dê were xwendin û sererastkirin, her wiha pêşniyar bê kirin û biryar bê dayin. Di dawiyê de dê meclisa ciwana ji 35 kesan were hilbijartin.
 
Niha jî kongre bi xwendina rapora salane didome.