Jinên Efrînê: Em ê têkoşîn û kevneşopiya xwe her zindî bihêlin
- 09:04 10 Mijdar 2018
- Rojane
Tolîn Muhemd
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku di bin zehmetiyên mezin de li Şehbayê bi cih bûn û têkoşîna jiyanê didin peyama berdewamiya berxwedanê dan û gotin:" Li dijî dagirkeriyê û mêtingeriyê em ê têkoşîn û kevneşopiya xwe her zindî bihêlin."
Jinên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê bi cih bûne tevî hemû zehmetiyan kevneşopiya xwe didomînin. Jinen Efrînê dibêjin:"Çi dibe bila bibe em tu carî dev ji kevneşopiya xwe bernadin û em ê li dijî dijnminên mirovahiyê her dem bisekinin."
'Em çanda xwe ya bav û dayikên xwe didomînin'
Jina bi navê Fatmê Şêx Muse diyar kir ku ew dema ku tên gel hevdu çîrokên ku ji dê û bavên wan mane ji hev re dibêjin û wiha got:"Tevî hemû koçberî û zextan em dîsa dev ji kevneşopiya xwe bernadin. Em dema ku tên gel hevdu em çîrokên ku çand, huner û dîroka me tê de veşartî hem ji zarokên xwe hem jî ji hev re dibêjin da ku ev çanda çîrokan bigihêje nifşên din jî. Em tu carî hêviya xwe winda nakin. Çawa niha em çîrokên xwe dibêjin em di wê baweriyê de ne ku em ê rojekê vegerin Efrînê û li wir jî çîrokên xwe bibêjin.
'Kevneşopiya me ya li Efrînê didome'
Jina bi navê Roşîn Îbrahîm da zanîn ku li Efrînê kevneşopiya wan a civakî di nav aştiyê de didomiya û wiha got:"Berî ku dewleta tirk û çeteyên wê Efrînê dagir bikin li wir di nava wekhevî û azadiyê de me kevneşopiya xwe didan jiyandin. Li ser şênkahiyê em kom dibûn, me xwarina xwe ya gelêrî çê dikirin û piştre jinên temenbilind çîrokên ku ji dîrokê heta niha maye digotin. Piştre jî di nava germahî û dilxweşiyek mezin de stran dihatin gotin. Em niha jî hewl didin ku kevneşopiya xwe di nava şertên dijwar de bidomînin."
'Di nava jiyanek hevpar de me nanê sêlê çê dikirin'
Her wiha jina bi navê Nedîme Ezîz jî wiha got:"Berî ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Efrînê bike, li wir em kom dibûn û di nava jiyanek hevpar de me nanê sêlê çê dikirin. Li ber çêkirina nanê sêlê me stran û çîrok digotin. Me Efrîn bi dengê stran û çîrokên kevnar dixemiland. Efrîn cih û warê dapîr û bapîrê me ne. Em ê Efrînê ji dagirkeran re nehêlin. Li dijî dagirkeriyê û mêtingeriyê em ê têkoşîn û kevneşopiya xwe her zindî bihêlin. Çi dibe bila bibe em tu carî dev ji kevneşopiya xwe bernadin û em ê li dijî dijminên mirovahiyê her dem bisekinin."